Darka Mazî bû 4 salî, gelo kîne em?

darka-mazi-flag-kurd-kurdistan-map (1)

Malpera Darka Mazî bi temamkirina sala xwe ya sêyem li ser rêya ronîkirina heqîqetê de ket sala xwe ya çaran.

Darka Mazî, ku di sala 2019 an de dest bi weşana ceribandinê kiribû, di meha cotmehê de bi Kurmancî, Kurmancîya aramî, Soranî, Farisî, Erebî û Tirkî dest bi weşana xwe kiribû.

Dema Darka Mazî, dest bi weşana xwe kir nasnameya xwe wiha eşkere kir: “Em weşaneke Kurdistanî û netewî ne. Piştre jî ji bo ronîkirina bûyerên ku kêm tên zanîn di dîroka nêz a Kurd û Kurdistanê de, ji bo deşîfrekirina agahîyên manîpulatîf a li ser siyaset û rojane heyî, em ketin ser rêka rastîyê”.

Darka Mazî, tevî hemû zehmetiyên aborî û teknîkî, tevî jiyana xwe ya ne zêde dirêj a weşanê, têkoşiya ku li Kurdistanê bibe ekolekî medyayê. Malpera me dixwest bi hemû zimanên ku li ser hemû platformên medyaya civakî weşanê dike bi bandor be. Darka Mazî, bi dehan vîdyo, belge û dosyayên veşartî li ser rastiyê lêkolîn kir.

Tîm û xebatkarên me yên weşanê ku tenê ji dilsozan pêk tên, bi hemû derfetên xwe hewl dan weşana xwe ya di xeta Kurdistanî de bidomînin. Darka Mazî, wek gavek piçûk, firsendek piçûk û bi derfetên piçûk dest pê kir. Lê ew dudilî li hember medyaya mêtinger û layanên li ser navê Kurdan hereket dikin lê bele dixwazin fikra Kurdistanî pûç bikin ango wek extepotekê dorhêla civaka Kurd dorpêçkirî em îfşa bikin pêşîya wê rawestin.

Eleqe û piştgirîya we xwendevanên hê bêtir me dildar dike

Lê yên ku bi qasî piştgirîya Darka Mazî, dikin bi qasî wan yên dijminahîya wê dikin jî hebûn û hene. Rûpelên me yên Soranî, Erebî û Kurmancî yên Aramî-Latînî ku bi hezaran şopînerên me hene, gelek caran li ser gilîyan-şikayêta hatin girtin. Malpera me hat hack kirin. Derket holê ku navendên êrîşa li ser Darka mazî Tirkiye, Îran û Brukselê e. Êrîşa van hersê navendan li ser Darka Mazî, dide xuyakirin ku ew derdorên ku ji ber weşanên me bêzar bûne vê dikin. Lê me gav şûnde ne avêt, me her carê ji nûve dîsa dest pê kir. Darka Mazî, ji bo ku di medyaya Kurdî de bibe xetek nû gavên pêşî avêtin, lê em dizanin ku rêyeke dûr û dirêj li pêşiya me ye. Em amade ne ku di vê rêyê de bimeşin.

Em kî ne? Em destek Kurdên dildar in ku ji nav gelê Kurd derketine. Em Kurd û Kurdistanî ne. Em yek ji we ne ku ji bo parastina xeta netewî û nirxên Kurdayetiyê hewl didin tiştekî bikin. Tevî gef û zextan li ser xebatkarên me heyî, lê dîsa me paşve gav neavêtin. Ji niha û pêva jî gav şûnda na avên.

Darka Mazî, jî dê di heyama nû ya weşanê de lêkolînên berfirehtir bike. “Xeta Kurdistanî û netewî” ya ku Darka Mazî, hewl dide temsîl bike, xeta me hemûyan e.

Darka Mazî di tevahiya jiyana weşangeriyê xwe de ji we xwendevanên xwe piştgirîya manewî wergirtiye. Em spasiya we dost û xwendevanên xwe dikin ku bi bawerî û piştgirîya me dişopînin û bi gotar û rexneyên xwe harîkarê me dibin. Darka Mazî, ji komeke xebatkarên dilsozên xak û niştiman pêk tê û bê ku mebestekî wan yê aborî hebe. Em li benda rexne, piştgirî, nerîn û pêşniyarên we ne ji bo zêdekirina xwendevanên xwe û naskirina bûyer û rastîyan.

Em hemû xwendevanên birêzdarî silav dikin.

Desteya Weşanê ya Darka Mazî

Pustên heman beş