31 mîn salvegera kuştina yekemîn siyasetmedarê Kurd Zîbarî ku li Çiyayê Kurmênc (Efrînê) ji aliyê PKKê ve hat qetilkirin
PKKê 31 salan berê li Efrînê siyasetmedarekî Kurd ji ber rexneyên wîyên li ser PKKê qetil kir. Ev kuştin yekemîn cînayeta siyasî ya PKKê bû li Efrînê.
Ebdulhemîd Zîbarî Kurdekî Efrînî ye. Zîbarî Kurdekî welatparêz e ku di malbateke welatparêz de ji dayîk bûye. Kesek e ku ji biçûkatiya xwe ve ji botevgerên Kurdistanê xebatkirîye. Piştre, ew di rêvebirina partiya Kurdî ya bi navê Partiya Elwehde, ango Yekîtî de cihgirt. Ji bo ku gel nekeve bin bandora asîmîlasyona Ereban, bi alfaya Kurdî li ser dîroka Kurdî perwerde dida û piştgirî li perwerdeya zimanê Kurdî dikir.
Wî di sala 1991 an de li Efrînê çalakî û şêwazê xebata PKKê rexne kir. Gel jî rexneyên wî micid digirt. Mijarên revandina zarokan, çêkirina nakokî û cudabûna di nava gel de di nava rexneyên Zîbarî de bûn.
Ebduhemîd Zîbarî piştre jî rexne li têkiliyên PKKê û dewleta Sûriyê kir. Zîbarîgot, “Partiyeke ku serokê wê li Şamê di bin parastina Esed de ye, nikare û nabe gelên li Rojava, Efrînê bi rêxistin bike. Ji ber ku tenê xizmeta Esed dike.” Zîbarî beriya hingê jî têkiliyên PKKê û rejîma Sûriyê rexne dikir.
PKKê ji ber zêdebûna van rexneyan ji aliyê raya giştî ve nerehetbû. Ji ber vê sedemê di 10 ê Cotmeha 1991 an de dema li gundê Memila yê girêdayî navçeya Raco ya Efrînê li baxên zeytûna dixebitî ji aliyê PKKê ve hat qetilkirin.
Mîna her carê PKKê got çi eleqeya min bi vê cinayetê nîne û qebûl nekir. Lê piştre bi îtîrafên hin navên ku ji PKKê veqetîya kujerên vê bûyerê zelal bû. PKKê ev cinayet kiri bû.
Piştî kuştina Zîbarî jî, PKKê tundiya xwe ya li dijî fikr û rexneyên muxalif berdewam kir.
PKKê di dîroka xwe ya 40 salî de gelek kesayetên siyasî ku li pêşîya xw weke astengî dîtîye kirine armanç û bi wşêwazên cur be cur kuştine. Li çar parçeyên Kurdistanê cînayetên siyasî pêk anîne.
PKKê bi kuştina Kurdan dest bi xebata xwe ya sîyasî û leşkeri kirîye. Wê demê heya nûke ev kiryarên dije-Kurd bi zêdebûn berdewam dikin.
Di salên dawî de bi taybetî li Rojava gelek cînayetên siyasî hatin kirin. Her wiha kesên weke rêveberê asayîşa giştî ya Serê Zêrî li Başûrê Kurdistanê Xazî Salih Alîxan jî qetil kirin.