Ducanî bûna gerîlayan di nava PKK ê de û hin rastiyên negotî

Ducanî bûna gerîlayan di nava PKK ê de û hin rastiyên negotî

Ti yek ji Qadro û gerîlayên PKK ê nîne ku ji vê rêxistinê veqetin û hin nihêniyên dil bi êş yên di nava vê rêxistinê de tên jiyankirin û bi çavên xwe dîtine di bîrdanka xwe de hilnegirtibin, hin ji van gerîlayan carna tehemûl nakin û van nihêniyan bi rêya çapemeniyê ji boy raya giştî vedibêjin, hin gerîlayên din jî heya dawiya jiyana xwe, ji ber tirsa ji PKK ê heyî û cezayê ku bi îfşakirina van nihêniyên rêxistinê wê PKK e bi ser wan da bisepîne bê deng dimînin.

Yek ji gerîlayên ji PKK ê qut bûyî û nexwestî ji ber parastina canê xwe navê wê were îfşakirin ji Darka Mazî re axvî, ev gerîla bas li çendîn serpêhatîyên dil bi êş dike ku di nava rêxistinê de bi çavên xwe dîtine, lê nekariye nerazîbûna xwe diyar bike, serpêhatiya herî balkêş di axaftina vê gerîlaya ji PKK ê qut bûyî, serpêhatiya ducanîbûna keçe gerîlayan e, ku bi vî awa ji Darka Mazî re vedibêje:

Mijara têkilîyên seksî di nava gerîlayên PKK ê de her ku diçe zêdetir dibe û hejmarek zêdetir a gerîlayan dibin qurbaniyên destê PKK ê, dûrbûna ji gund û bajaran, yasayên tund yên PKK ê ku çavkaniya xwe ji gotnên Ocalan werdigire û cezayên ji boy vê yekê di nava PKK ê de hatine danîn, bi t awa nekarîne rêgiriyê ji têkilîyên seksî yên di nêvbera gerîlayên jin û zelam de, ne li çiyê û ne jî li gund û bajaran, bikin.

Têkilîyên seksî bi awayekî berdewam di nêvbera jin û mêran de çêdibin, ev yek ji haletan derçûye û niha bûye diyardeyeke herî berçav, ji ber ku rêjeya jinên ducanî di nava PKK ê de her ku diçe zêdetir dibe. Ger hat û zaroyên van jinan bigihîjin temenê 2 heya sê mehiyê, PKK e bi rêya pizîşkên xwe Zarokî/ê li ber wan jina dibe û eger nikarin zarokî/ê ji ber bibin û zarok ji dayik bibe, wê demê ger zarok li çiyê ji dayik bibe dişînin kampa mexmûrê, ger li rojava kurdistanê jî ji dayk bibe ew zarok radestî malbetekî tê kirin ku PKKeyî be.

Mînakên li ser vê yekê ne hindik in, li sala 2019an çekdareka ser bi PKK ê ya bi navê “Avaşîn Silopî” li Rojava Kurdistanê têkilîyên seksî bi yek ji kesên sivîl re danîn, ji encama van têkilîyên seksî, çekdara PKK ê ducanî bûbû, paş ku ev yek lê diyar bûy ji aliyê berpirsên PKK ê yên Rojava Kurdistanê ve biryar li ser li ber birina zarokê wê hat dayîn, lê ji ber ku nekarîn vê yekê bikin, piştî zarok ji dayk dibe ew zarok ji dayikê tê stendin, dayik tê zindankirin û zarok radestî malbetekî tê kirin ku tev PKKeyî ne, Avaşîn Silopî heya sala 2021an di zindana Hesekê de tê zindanîkirin.

Hin haletên din min bi çavên xwe dîtine û hin jî ji hevalên xwe yên gerîla û kadro bihîstîne, bo mînak carekî hevalekî gerîla ji min re go, jineke çekdar bi navê “Şîlan Dêrk”, endama Akadîmîya şervanên nû li Kobanê bi şervanekî re têkilîyên seksî hebûn û ducanî bûbû.

Her weha çekdarek din a jin bi navê “Jiyan Efrîn” ku şervanek normal bû bi şervanekî re li herêma Efrînê têkilîyên seksî hebûn û ducanî bûbû, tevî ku hin ji hevalan ji min re digo ev her mijara “Avaşîn Silopî”ye, lê ti kesî nekarî îspat bike. Bi awayekî giştî di salên rabûrî de têkilîyên seksî 10 ji sedî di nava refên PKK ê de zêde bûne.

Ev gerîlaya ji PKK ê qut bûyî her weha dibêje, jin û zilamên di nava PKK ê de seks bikin û îfşa bibin, bi kêmanî 5 salan tên zindankirin, yan di nava refên PKK ê de tên derkirin ku ev rêjeyeke herî kême, ger kesên seks kirî piştî zindankirinê pûşman bibin û xwe rexne bikin careke din weke şervan di nava refên rêxistinê de dest bi kar dibin.

Pustên heman beş