Di navbera çekdarên PKK ê û pasewanên sînorî yên Îraqê şer qewimî

Di navbera çekdarên PKK ê û pasewanên sînorî yên Îraqê şer qewimî

Şeva derbasbûyî ji encama hewildana ji boy derbasbûna ji sînor, di nêbvera komeke çekdar a ser bi PKK ê û artêşa Îraqê de şer qewimî.

Li gor agahiyên taybet yên pêgeha “Darka Mazî”, şeva derbasbûyî li saet 20:30 li gundê “Hesawîk”yê ser bi Şengalê komeke çekdar a ser bi PKK ê ve xwestiye ji Rojava derbasî herêma Şengalê bibe, lê piştî ku pasewanên sînorî yên Îraqê rê li wan girtine şer di nêvebera wan de qewimî û di encam de hin kes hatine kuştin û birîndar kirin.

Çavkaniyên taybet yên pêgeha Darka Mazî eşkere kirin, di encama şer de 2 pasewanên sînorî yên Îraqê yên ser bi Lîwaya 19an birîndar bûne û yek ji çekdarên ser bi PKK ê ve jî hatiye kuştin.

Pustên heman beş