Kolanên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê zext li rejîma Tehranê kirine û serhildana gelê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê di hefteya pêncan de dijwar dibe û serokê berê yê Amerîka Barak Obama xemsariya welatê xwe di piştgirîkirina xwepêşandanên gelê Îranê de bi şaşitî bi nav dike û di heman demê de Joe Biden Dibêje, agirê şoreşa ku ji Îranê rabûye ez hejandim, bawer nakim ev agir ewqas zû vemire.
Şeva Înê 14.10.2022ê xwepêşandanên gel li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dijî rejîma îslamîya Îranê berdewam bûn û piştevaniya navdewletî ji gelê Îranê ber bi zêdebûnê diçe. Koma “Ciwanên Taxên Tehranê” û “Meclisa Taxên Bokanê” û “Tevgera Ciwanên Şoreşgerên Seqizê” û piraniya meclis, kom û rêxistinên xwebexşên bajaran bi parvekirina daxuyaniyan û agahdariyan daxwaz ji xelkê kirine îro (Şemiyê 15.1.2022) li saet 12:00ê li kolanan kom bibin.
Şeva înî li Sine, Bokan, Seqiz, Meşhed, Şîraz, Yezd, Tehran û piraniya bajarên mezin û biçûkên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi girtina cade, rê û bazar, şewitandina lastîkên otomobîlan û kombûna li ser cadeyan û avêtina siloganên dijî Komara Îslamî di nava malan de, xwepêşandanên li dijî Komara Îslamî berdewam bûn.
Piştî ku li Xozistanê bangewaza li hev kom bûna gel hat parvekirin înternet li vî bajarê hat qut kirin.
Koma “Ciwanên Taxên Tehranê” bi parvekirina daxuyaniya xwe ya jimare 10an bang li xelkê Tehranê kir ku îro saet 12:00 piştî nîvro li meydan û kolanan kom bibin û ev kar bi mezintirîn fîlterşikên bi nav kiriye ku hikûmetê hemû torên civakî fîltre kirine.
Di warê navneteweyî de, serokê berêyê Amerîkayê Barak Obama di hevpeyvînekê de got ku rêveberiya wî di sala 2009ê de xeletiyek kir ku piştgirî neda Şoreşa Keska Îran ê, û dibêje jî, “li ku derê em çirûskek ji hêviya gel ji bo azadiyê bibînin, divê em piştgiriyê bidinê.”
Serokê Amerîkayê niha jî Joe Biden roja înî li zanîngeheke California yê got: “ez bi salane di qada siyaseta derve de me. Ez ji agirê şoreşa li Îranê rabûye matmayî mame. Ez bawer nakim ku ev agir ewqas zû vemire.”
Rojnameya Le Monde ya Firensa ji zarê rêxistinên mafên mirovan ragihand ku heta niha 185 kes ji wan nêzîkî 40 kurd ji aliyê çekdarên Îranê ve hatine kuştin.
Rojnameya Le Monde nivîsandiye: “gelek şahid dibêjin ku leşker bi kor û kor gulleyan li mirovan dibarînin. Zilamekî ji Sineyê ku li pişt otomobîla xwe rûniştibû, tenê ji ber ku di pirotestoyê de weke diyarkirina nerazîbûna xwe trompet lêdaye, bi kalaşinîkovê hat gulebarankirin û di cih de mir.” piraniya wan kesên hatine kuştin xwe kevrek di destê wan de tune bû ku xwe pê biparêzin, ti kesekî agahiyên zelal li ser hejmara birîndarên bajarên kurdan tuneye, ji ber ku ji tirsa girtinê ditirsin ku biçin nexweşxaneyan.”
Di beşeke din a raporta Le Monde de hatiye: “asta zordariyê li bajarê Sine metirsîdare. Çalakvanên mafên mirovan ên kurdistanê behsa tunela tirsê dikin, wate girtî di navbera du rêzên zordestan de têne şandin û ji her du aliyan ve têne lêdan û îşkence kirin.”
Di dirêjahiya raporta Le Monde de hatiye: “Rejîma Tehranê ne tenê berpirsyariya xwe li hember mafên xwepêşanderan nîşan nade, belku vê yekê bi dujminên derve ve girê dide ya herî girîng jî bi opozsyona kurdên Îranê ya li Başûrê Kurdistanê ve girê dide, ji ber ku van partiyan dîrokek berçav ji xebata li dijî desthilata Tehranê ji xwe nîşan daye.”
Di raporta Le Monde de êmaje bi nerazîbûna karkeran hatiye kirin û di vê derbarê de dibêje: “ji roja şemiyê (8.10.2022) ve li Îranê li gelek kargehên curbcur rêze girevên karkeran dest pê kirine, ku ji bo vê rewşê pir girînge. Ji ber ku ev çalakî dikarin bibin piştgiriyek baş ji bo xwepêşandanên sivîl û siyasî. Li Îranê girevên giştî faktoreke girînge, her wek çawa ku di şoreşa 1979’an de hilweşîna padîşahiyê pêk hat.”
Kurd daxwaza lêstendina kursiyê Îranê li neteweyên yekbûîy dikin
Navenda Hevkariya Partiyên Rojhilatê Kurdistanê li ser nameya nûnerê dayimî yê Îranê li Neteweyên Yekbûîy daxuyaniyek da û got: “em sererayî redkirina van daxuyaniyên bêbingeh û pûçên nûnerê rejîma Îranê radgihînin: çi êrîşa mûşekî bo ser baregehên me û çi binpêkirina aşkera ya serweriya axa Îraqê û Herêma Kurdistanê, ji dirêjahiya siyaseta têkderane û kaosî ya Komara Îslamî li Rojhilata navîne. Rejîma Îranê li himber serhildana girseyî mat mayî maye, rejîma Îranê hewl dide ku balê li ser kuştin û tepeserkirina wehşiyane ya xelkê li bajarên Îranê dûr bixe.”
Di dirêjahiya daxuyaniya Navenda Hevkariya Partiyên Rojhilatê Kurdistanê de hatiye: “daxwaza me ji civata ewlekarî û sekreterê giştîyê Netewên Yekgirtî ewe ku bi awayekî cidî piştgiriya daxwazên gelên Îran û kurd û dirûşmên Jin, Jiyan û Azadî bikin û ji bilî şermezarkirina vê rejîma terorîst, kursiyê Îranê li Netewên Yekgirtî paşde vegerînin û nûnerê nihayê Îranê ku endamê rêxistina terorîsta Spahê Pasdara ye, derxînin.”
Yekîtîya Ewropa: pêwîste rejîma Îranê bi zûtirîn dem dest ji tepeserkirina xwepêşanderan berde
Ji aliyê din ve duh roja Eynî 14/10/2022, Cozêf Borêl, berpirsê siyaseta derveyê Yekîtiya Ewropayê, li ser twitterê ragihand ku wî bi wezîrê derveyê Îranê Husên Emîr Ebdullahiyan re axivîye û daxwaz kiriye ku di zûtirîn dem de hêzên Îranê dest ji tepeserkirina xwepêşanderan berdin û got: Yekîtiya Ewropayê piştevaniya şoreşa giştîya gelên Îranê dike û divê mafên wan ên bingehîn bên dayîn, û divê Komara Îslamî mafên bingehîn ên gel nas bike.”
Serhildana gelê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê derbasî hefteya xweya pêncan bû ku bi derbirîna nerazîbûna li dijî kuştina hovane ya keça kurd a 22 salî Jîna Emînî ya ji bajarê Seqzêyê Rojhilatê Kurdistanê dest pê kirbû ku ji aliyê hêzên çekdarên Îranê ve li Tehranê hatibû îşkencekirin. Rêxistina Lêborîna Navdewletî (Amnesty International) roja pêncşemê 13/10/2022 raportek derbarê kuştina xwepêşanderan li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê belav kir, li gorî raporê, herî kêm 23 zarok ji aliyê hêzên çekdarên Îranê ve bi teqeya rasterast hatine kuştin.