PKKe tenê li tengasiyan Barzanî nas dike

barzani-serok-pkk-kck-kurd-kurdistan-turkey-1

Şkestinên leşkerî û siyasî yên PKKê ku li mehên dawî her zêde bi zelalî derketin holê, pir tişt bi xwe re anîn, nameyên şîfre kirî yên PKKê bo dewleta Tirk ev şkestin îspat kirine.

Paş êrîşa dewleta Tirk ya nîsana îsalê li dijî PKKê, rêxistinê darbeyeke mezin xwar, bi dehan Gêrîla û fermandar wendahî dan, ne tenê li Başûr, li Rojava û Bakur jî rewşa rêxistinê ber bi jêre, şkestina eskerî bandoreke raste rast li qada siyasî ya PKKê kir û rêxistin hat halekî wisa ku êdî ketiye lave lavê ji boy îqnakirina dewleta Tirk ku pêvajoya aşitiyê ji gorê derxîne, nameyên çekdananê yên bi rîya Demîrtaş bo dewletê şandîn têra wê dikin mirov bizanibe PKKe nuke di tengasiyê de derbas dibe.

Pişîka çav niq!! 

Medya fermî ya PKKê îro roja yekşemî 16/10/2022 mijarek bi navê “Tirkiye û PKKe û Herêma Kurdistanê” înaye pêş û tê de bas li desthilata AKPê ya 20 salên rabûrî, pêvajoya aşotiyê û peymana Sebrî Ok û Celal Talebanî kirî ye, hemwext nameyek ji boy serok Barzanî şandî ye.

Di nivîsa PKKê de hatîye ku AKPê pêvajoya aşotiyê li salên 2004-2005ê înaye rojevê, lêbelê ev yêk bi hemdemî li gel şer û kuştina 10 salî ya gelê Kurd bû, her wiha gotiye raste wendahî hebûn lê me ev qonax derbas kir û rêxistin ma, piştre hatiye û bas li rola Celal Talebanî û peymana wî ya bi Sebrî Ok re anî ye ziman, lêbelê bi yêk peyv bas li hewlên serok Barzanî yên pêvajoya aşitiyê ya sala 2013ê nekir, PKKê di vê nivîsê de nameye ji serok Barzanî re şandiye û tê de gotiye: “Barzanî dikare di nêvbera PKKê û AKPê de, di nêvbera Îmraliyê û Enqereyê de fersendekê ji boy aşitiyê çêbike, kongireya netewî saz bike”, dîsa dibêje, PKKê deriyê aşitiyê bi temamî negirtiye.

Vê nivîsê ya ku beşa soranî ya ajansa ANF înaye pêş, PKKe weke pişîka çav niq nîşan daye, rastî jî wisaye, PKKe li vir rola pişîka çav niq lîstiye, wê ji salên 1993 bas li hewlên Celal Talebanî ku bi gotina wê melefa aşitiyê ya di nêvbera “Apo û Turgot Ozal” de herikand bû, her wiha hewlên 2004 – 2005 yên AKPê û peymana Sebrî Ok û Celal Talebanî kiriye, lêbelê bi yêk peyv bas li hewlên serok Barzanî yên çêkirina mezintirîn pêvajoya aştiyê li Tirkiyê nekir ya ku li 2013 li Tirkiyê destpêkirî û li 2015 PKKê bi kuştina du polîsan û teqandina ambulansekê bi axê sipartî.

Tenê li tengasiyan Barzanî nas dike

Hewlên Barzanî û serkirdayetiya Başûrê Kurdistanê yên sala 2013 û çêkirina meznitrîn pêvajoya aşitiyê, bandoreke mezin li ser Bakur û Başûrê Kurdistanê kir, rewş tam guherand, desthilata Tirkiyê nermyeke herî mezin nîşan da, aramî û aşitiyê du salan dewam kir, PKKe bi vê hewla Barzanî nerihet bû, ji ber ku gelê Kurd li Bakur Barzanî weke rêber û serokê aşitî û Kurdistanê nas kir, hemwext bandora wî ya li ser dewleta Tirk dît û kanê bi tu awayî karî zextê li dewletê bike ji boy ku Kurd li Bakurê Kurdistanê bi mafên xwe şad bibin.

Du sal derbasbûn û PKKê hincet dan destê Tirkiyê ku qirkirna gelê Kurd dewam bike û pêvajoya aşitiyê were hilweşandin, li sala 2015 ev yêk pêkhat wexta ku PKKê du polîs kuştîn û ambulansek li Bakurê Kurdistanê teqandî, êncam jî şerê Xendekan hat jiyan kirin, şerê ku bi sedan gundên Bakurê Kurdistanê tê de hatine wêran û kavil kirin, PKKe li vir neseknî wê piştî şkestina şerê Xendekan hemû foksa xwe xiste ser Başûrê Kurdistanê û peyman bi dewletên mîtînger re çêkirin ji boy bêhêz kirona statoya Başûr, PKKê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, PDKe û şexsê Barzanî hedef girtin û heya roja me ya îro dewam daye vê siyaseta qirêj.

PKKê bi tu awayî Barzanî xelat kir?

Heger em bi kurtasî bibêjîn PKKê li 10 salên rabûrî li Başûrê Kurdistanê çi kirî ye? Bersiv pir hêsane, Pêşmerge şehîd kirin, gundên başûr kirin navçeyên eskerî, lotke û çiyayên sitratecîk dan destê Tirkiyê, sivîl girtin, îşkence kirin, qetil kirin, bace ji şêniyên Başûrê stendin, hema bêje rêxistin ji boy Başûr bûye bela û ser êş, ji bilî vê tu fersendek jî ji xwe nekiriye heger wê şexsê serok Barzanî, PDKe û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi alîkarî û tifaqa bi AKPê û MHPê re tuhmetbar nekirbe, ev siyaset xelata rêxistinê bû ji boy hewlên Barzanî yên çêkirina pêvajoya aşitiyê ya sala 2013.

PKKê çi tiştek ji Barzanî xwestîye?

Îro jî PKKe hatiye û ji ber ku ketiye di tengasî, şkestinên eskerî û siyasî de, hatiye û dixwaze ji gel re bibêje ku Barzanî berê tu hewl ji boy aşitiyê nedane, tu hengav ne avêtine û ji nû ve hewl dide bibêje heger Barzanî bixwaze di kare vê rolê bilîze, heger Barzanî vê bike Qendîl wê alîkarî wî be, dikare di nêvbera PKKê û AKPê de, di nêvbera Îmraliyê û Enqerê de fersendekê ji boy aşitiyê çêbike, dikare kongireya netewî saz bike.

Bi kurtasî PKKe rêxistineke li gorî berjewendîya xwe tev digere, gava bixwaze dîrokê di guherîne, bûyeran berevajî dike, sala 2013an û hewlên Barzanî yên çêkirina aşitiyê ne dîrokeke kevnare ku ji bîra gel çûbe, dîmenên bilindkirina ala Kurdistanê li Amedê hêjan di hişê her Kurdekî de ne, PKKe nikare ji rola serok Barzanî kêm bike û nikare jî niyeta Barzanî ya aşitiyê bi rengê ku ew dixwaze nîşa gel bide.

Pustên heman beş