Rêxistina PKKê kadroyekê xwe yê din li Rojava Kurdistanê ji dest da, paş ku ji hêla îstixbarata dewleta tirk ve hatiye hedef girtin.
Çavkaniyên ewlehiyê yên Tirkiyê li roja 14/10/2022 eşkere kirbû ku berpirsê PKKê yê bi navê Nejdet Daglarer yê bi kodnavê Gelî Serhed li Sûriyê bûye armanca operasyoneke MÎTê û hatiye kuştin.
Gelî Serhed berpirsyarî Lîwaya Çavreş ya yekîneyên Parastina Gel YPG ê baskê PKK ê yê Rojava Kurdistanê bû.
Hat tesbîtkirin berpirsê PKKê Daglarer li 2009ê tevlî refên PKKê bûye, li 2012ê li Şemzînana Hekariyê Çalakiyên çekdarî kirîne û di pevçûneke ku bi hêzên ewlehiyê ra kirî ye da jî ji destê xwe birîndar bûye.
Piştî çalakiyên li Tirkiyeyê Daglarer li 2016ê çûye Başûrê Kurdistanê, ji wir jî derbasî Rojava Kurdistanê bûye, demekê li Helebê li ser navê rêxistinê xebat kiriye û di operasyonên Çiqlê Zeytûnê û Kaniya Aşêtiyê da jî bi awayekî çalak rêveberî kiriye.
Li 2020î da Nejdet Daglarer li herêma Kobaniyê berpirsyar bû ji çêkirina tunel û bicihkirina çekdaran li wê herêmê.