Dîsa PKK e, dîsa derew, dîsa bêexlaqî

Dîsa PKK e, dîsa derew, dîsa bêexlaqî

Partiya Karkerên Kurdistanê ku hem li qada şer û hem li qada siyasî de rastî şikestinên herî mezin hatiye, dixwaze careke din bi vehandina derewan û kirêtkirina rûyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û PDKê rûyê xwe yê reş sipî bike, lê rûyê PKKê ewqas reş e ku ne bi tenê bi vehandina derewan, belku bi ti tiştekî din sipî nabe, rûyê PKKê reş bûye, reş dibe û wê her reş bimîne, ji ber ku rêxistineke li ser derew û dezenformasyon û bêbextî û dijatîkirina kurdan bi destê dewletên dagîrkarên Kurdistanê hatiye avakirin.

Ji destpêka şerê sexteyê di nêvbera dewleta dagirkera Tirkiyê û rêxistina PKKê li Başûrê Kurdistanê heya niha, ku di vî şerê sexte de PKKê hejmarek herî zor a ciwanên kurd bi kuştin dane û rûberekî herî mezin ji xaka wilat li başûr teslîmî dewleta tirk kiriye heya roja me ya îro xwe ji tê bêexlaqiyekî derheq Hikûmeta Başûrê Kurdistanê û PDKê bi dûr negirtiye. Her ku diçe Tirkiye pêtir axa başûr dagîr dike û PKKe pêtir paşve diçe û pêtir li dijî Hikûmeta Herêma Kurdistanê derewan parve dike.

PKKe niha di medyaya xwe de bi awayekî sîtematîk nûçe û agahiyên derew derheq PDKê û Hikûmeta Herma Kurdistanê de parve dike, mirov dikare bibêje roj naçe PKKe di medyaya xwe de li dijî Herêma Kurdistanê derewan parve neke, bi awayekî ku her kes li çapemeniya PKKê binêre wê wusa fêm bike ev PDKe ye êrîş dike ne dewleta tirk, PKKe bi qasî ku di çapemeniya xwe de êrîşî PDKê dike ewqas êrîşî Tirkiyê nake.

PKKê ji boy veşartina binkeftina xwe ev care pena ji boy derewên nû biriye, dibêje bi çekê kîmyewî êrîşî me tê kirin û PDKe jî rê nade şandên biyanî vê yekê lekolîn bikin, mebesta me ji vê nivîsê ev niye ku bibêjîn dewleta tirk hov û bê exlaq niye û nikare û naxwaze çekê kîmyewî bikar bîne, mebesta me bi tenê eve ku ji xwendevanên xwe yên bi rûmet re eşkere bikîn PKKe bi xwe, xwe derewîn derdixîne, çewa? Emê ji we re bibêjin.

Di nûtirîn derewa xwe de PKKê bi rêya yek ji fesadên Roj News ê nûçeyek servîs kiriye û têde dibêje, “ji destpêkirina êrîşên dewleta Tirka dagirkerên li Başûrê Kurdistanê û vir ve di nava 6 mehan de li qadên berxwedanê 2476 caran bi çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî êriş li ser gerîlayên azadiyê  pêkhatine û sûcên şer pêk hatine.” Em naxwazin hovîtî û rûyê reşê dewleta dagirker a tirk sipî bikin, dewleta tirk dikare êrîşên pêtir û hovane tir bike, dikare her cure çekekî li dijî kurdan bikarbîne, lê belê, ger mirov bixwaze fêm bike ev derewe yan jî rastiyeke, pêwîstî bi ti lekolînekî nake bi tenê ev bese ku ji xwe û PKKê bipirse, gelo ger dewleta dagîrker a tirk 2476 caran çekê kîmyewî bikar anîbe heya niha çend gerîla bûne qurbanî? Bi tenê 46?! Bi rastî jî kesê ku mejîkê wî hebe wê fêm bike ger 2476 caran êrîşên kîmyewî li dijî PKKê pêk hatibin, diviyabû niha herî kêm 1000 gerîla hatibûn kuştin, gelo ger ev qas gerîla hatine kuştin çima PKKe navên wan ji boy gelê kurd û malbatên wan eşkere nake? Çima berdewam dibêje em serketine?

Ji aliyeke din ve, PKKê vîdeoyeke montajkirî di nûçeya xwe de daniye û dibêje, “PDK’ê ji berî niha dest danîbû li ser maskeyên ji bo gerîla diçûn û piştre jî rê neda şandeyên biyanî biçin qadê bikaranîna çekên kîmyawî lêkolîn bike”, PKKê ev dîmen ji vîdeoyeke 4:17 a ku Dije Terora Kurdistanê li 26 Nîsana îsal parve kiriye wergirtiye ku têde Dije Terora Kurdistanê ragihandibû, wan kariye li 17ê Nîsanê pilaneke xetera PKKê li ser Herêma Kurdistanê pûç bike, dije terorê di vê vîdeoyê de eşkere kirbû ku dest daniye ser hejmarek herî zêde a teqemenî, mûşek, mekîneyên dronan, maskên dije gazên kîmyewî û hejmarek şarjorên Kelaşînkofê.

Dije Terora Kurdistanê li wê demê ne bi tenê dest danîbû ser maskeyan, belku dest danîbû ser 1 ton madeyên teqemenî ji cûreyê PETN, 10 moşekên Concurs yên dije tank, 23 mekîneyên dronên êrîşber, 1200 maskeyan û 375 şarjorên kelaşînkofan”, lê li wê demê PKKê ti daxuyaniyek parve nekir ku bibêje ev tişt yên me ne, berevajî tev kadroyên xwe yên di çapemeniyê de kar dikin seferber kirin ku wusa nîşanî gel bidin ev dereweke û PDKe dixwaze bi vê yekê rûyê PKKê reş bike, alîgirên PKKê jî di sosyal medyayê de êrîşî PDKê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kirin û ragihandin, ev derewe, lê niha PKKe dibêje yên me bûn, bi tenê da ku gel bixapîne û xwe weke mezlom û PDKê weke zalim nîşan bide.

Ya rast PKKê dixwest bi van çek û teqemeniyan êrîşî pêşmergeyên Kurdistanê bike, PKKê dixwest êrîşî seda Duhokê bike û hin karên soîqestê di nava bajaran de pêk bîne, lê Dije Terora Kurdistanê rê li ber wan girt, di 26 Golanê de jî Dije Terora Kurdistanê giropeke sîxurî a PKKê desteser kir ku dixwest bi moşekan êrîşî ser hêzên pêşmergeyên Kurdistanê bike.

Di beşeke din a nûçeya xwe ya sexte de PKKe dibêje, “şandeyekî ji pizîşkên navnetewî (IPPNW) dixwest biçe herêmên çekên kîmyawî lêhatine bikaranîn lêkolîn bikin, şandeyê serdana Amêdiyê kir û hewl da ku xwe bigihîne gundê Hirur û Kanî Masiyê, lê Qaymeqamê Amêdiyê destûr neda biçe li wan qadan bikaranîna çekên kîmyawî lêkolîn bikin û li ser raporê amade bike.” tevî ku pêwîst nedikir pêwendiyê bi qayimqamê amêdiyê bikîn heya ku rastiya mijarê fêm bikîn, ji berku rastî diyare, lê xebatkarên Darka Mazî ji boy derxistina rastiya vê mijarê pêwendî bi qaymeqamê Amêdiyê birêz “Warşîn Berwarî” kir, Berwarî ragihand ti şandeyek derbasî Amêdiyê nebûye û me rêgirî li ti şandeyekî nekiriye û em rêgirî jî nakin.

Ji xwe ji boy ku fêm bikîn PKKe derewan dike û ti şandeyek derbasî Başûr nebûye bi tenê ev gotina PKKê Bese dema têde dibêje, “Yekîtiya Bijîşkên Navneteweyî (IPPNW) derbarê bikaranîna çekên kîmyawîya ji aliyê dewleta tirk ve raporek amadekir. Di raporê de hate gotin; “Delîl hatin bidestxistin, bila lêprisîn were destpêkirin.” gelo ger qaymeqamê Amêdiyê û PDKê rêgrî li vê şandeyê kiribe û rê nedabe derbasî “Herêmên Parastina Medya” bibe, vê şandeyê çewa derbarê bikaranîna çekên kîmyawîya ji aliyê dewleta tirk ve raporek amadekir û delîl bi dest xistine?

Derew û bêexlaqiya PKKê li vir bi dawî nabe, di beşeke din a derewa xwe de PKKe dibêje, “li gorî gotina kesên li gundê Hirorê ji bikaranîna çekên kîmyawî bandor bûne, bi fermana PDK’ê li nexweşxaneyan raporên bijîşkan qala bikaranîna çekên kîmyawî nake û weke nexweşiyek din didin diyarkirin.” ev jî derewek eşkere ye ji ber ku ger rewş wusa be weke PKKe qal dike, diviyabû tev kesên li gundê Hirorê bi bandor bibane û tev kesên gund çûban nexweşxaneyan.

Bi kurtasî, PKKe û derew weke sêvekîne ku ji nîvê hatibe qelişandin, PKKe rêxistineke ku bi tenê di çapemeniyê de û bi derewan zindî maye.

Vîdeoya Dije Terora Kurdistanê bi temamî:

Pustên heman beş