Piştî ku HPG ê di 18 ê Cotmehê de daxuyaniyek da û ragihand ku 17 gerîlayan ji ber çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest daye. Dewleta Tirk bi hemû partî û kesayetên xwe yên siyasî û ewleyî ve bi yekdeng dibêjin “Dewleta Tirk tu carî sûcê şer nakirî ye”. Lê dewleta Tirk ji destpêka damezrandina komarê ve her cure sûçên şer li dijî Kurdan kiriye.
Li aliyê din PKK bûyerê tenê di çarçoveya ajîtasyon û manîpulasyonê de bikar tîne. Di pêşengiya çapemeniya PKK ê de hemû sazî banga tolhildana vê bûyerê dikin. Banga tevlîbûna ciwanan bo gerîla dikin, bang li gel dikin ku dakevin qadan. Fermandarê navenda parastina Gel Mirad Qarayilan jî mîna zanyar û kîmyagerekî pisporê vê mijarê, di televizyonê de dibêje “5 cureyên gaza kîmyewî tên bikaranîn” û navên hemûyan bi latînî yeke nîvçû dibêje.
Lê rastî eve ku di şanoya şerê 40 salî yê PKK ê û Tirkiyê de, her du aliyan bi dehan caran sûçên şer kirine. Dîsa di çarçoveya vê şanoyê de dema pêwîstîya aliyan pê hebû ev sûç derdixistin pêş û dema pêwîstî pê ne dima ev tewan paşve dikişandin. Her du alîyan ji bo lihevkirinê her tim rêyek dîtine. Lê mixabin Ciwanên Kurd di nava vê şanoyê de dihatin kuştin û bê ser û şûn dihatin jibîrkirin.
Tenê ger em li çend bûyerên herî girîng ên di salên 1990 î de qewimîn binêrin dê rastî baş were fam kirin.
Bûyera Çiyaye Bêzar:
Di 17 ê Gulana 1994 an de li Semsûrê Çîyayê Bêzar 28 gerîiayan jiyana xwe ji dest dan. Ev hemû şervanên nû bûn. 22 ji wan di bin 18 saliyê de bûn. Bûyerê bandorek mezin li gel kir. Lê Yalçîn Kûçik ku wê demê li gel Evdila Ocelan li Şamê bû, ji PKK ê xwest ku bûyerê mezin neke. Ev daxwaz ji dewleta Tirk hatibû kirin. Ocalan ev daxwazî qebûl kir. Niha kes qala vê bûyera ku tê de 28 gerîlayan jîyana xwe jidest dayî nake.
Bûyera Çiyayê Cûdî-Gundê Bilika:
Di 10 ê Gulana 1999 an de 19 gerîlayên ARGK yên ku xwe li cihên asê yên Kelha kor li gundê Bilika (Ballî Kaya) yê çiyayê Cûdî veşartibûn jiyana xwe ji dest dan. Yekem car bû ku dewleta Tirk çekê kîmyewî bi vî rengî giran û bi bandor bikar anî. Dijmin berîya ku çeka kîmyewî bikar bîne hemû leşkerên xwe ji wê deverê kişandin tenê ew yekîneya ku wê vê çekê bikar bîne ma bû cihê bûyerê. Payre ev bombeya kîmyewî avêtin nava şikeftê û 19 gerîlayan jîyana xwe ji dest da. Piştre bi du rojan gerilla çûn cihê bûyerê 7 qapsûlên maddeyên kîmyewî li cihê bûyerê dîtin û demil dest ev qapsûl ji rêveberiya PKK ê re rêkirin. Madeyên ku ji wir hatibûn şandin ji Elmanyayê re hatin şandin û bikaranîna çekên kîmyewî bi encamên laboratuvarê hate zelalkirin. Ev maddeyê kîmyewî di sala 1993 de dewleta Elmanya dabû dewleta Tirk. Lê Evdila Ocalan di Tîrmeha 1999 an de di nameya xwe ya ku ji Konseya Serokatiya PKK ê re bi destnivîsa xwe nivîsandî û şandî de wiha got: “Ne hewce ye ku ev bûyer di çapemeniyê PKK ê û saziyên Ewropayê de cih bigire. Ne hewce ye Ev bûyer ji aliyê hin hêzan ve li dijî Tirkiyeyê bê bikaranîn. Bûyerê ji rojevê rakin. Em ê van pirsgirêkan di nav xwe de çareser bikin. Ji wan kiryarên ku dewletê tengezar dikin xwe dûr bigirin.”
Di rastiyê de PKK e jî weke ku Evdila Ocelan gotî tevgerîya. Li ser vê bûyerê hat nixumandin. PKK ê ev bûyera dilşawat tenê weke amûra xwe ya propagandayê bikar anî. Di sala 2011 an de PKK ê di medyaya xwe de qala bûyera kîmyabarana Cûdî kiribû. Mebesta PKK ê ne eşkerekirina rûyê rast ê dewleta Tirk bû. Mebest PKK ê ew bû ku li ser daxwaza AKP ê serokerkanê Tirkîyê Necdet Ozel bike armanç. Ji ber ku wê demê av di navbera PKK û AKP ê de nediherikî. Hevdîtinên Osloyê hebûn. Dosyaya kîmyewî ya li Cûdî ji bo hedefgirtina endamên Artêşa Kemalîst ên berê û Ergenekonê ji bo piştevanîya AKP ê hat vekirin.
Bi rastî jî ev trajediyeke mezin e: “Meseleya çekên kîmyewî yên çîyayê Cûdî Ocelan bi talîmata dewleta kemalîst got e PKK ê vê bûyerê nuxumînin. Vêca 12 sal şûnda ji bo tawana vê bûyerê bikeve ser milê baskê kemalîstan li ser daxwaza AKP ê baskê îslamî ev dosya hatibû vekirin.”
Bûyera Geliyê Tîyarê (Kazan vadîsî):
Di 22-24 ê Cotmeha 2011 an de li herêma Geliyê Tiyarê herêma Pîrî ya ser bi nevçeya Çelê ve yekîneyek PKK ê bibû hedefa balafirên Tirkan. Di bûyerê de 36 gerîlayên PKK ê jiyana xwe ji dest da bûn. Gel bêyî ku li benda PKK ê bimîne bertek nîşanî vê bûyerê da. PKK ê îdîa kir ku li Pîrî madeyên kîmyewî hatine bikaranîn. Ew bûyer di medyayê de pirr cih girt. Ev devera bûyer lê qewimî nêzîkî gundê Gûzereş bû, loma jî bi hêsanî mirovî dikarî xwe bigehînê. Parlamenterên HDP ê, rojnameger, her kes çûn cihê bûyerê. Ji bo lêkolînê gelek nimûne ji cihê bûyerê hatin berhevkirin. Di lêkolîna van nimûneyan de derket holê ku çekên kîmyewî nehatine bikaranîn. Lê ev bûyer PKK ê demeke dirêj weke propaganda di rojevê de hişt. Ev rojev heta ku Ocalan di Newroza 2013 an de banga aştiyê kirî jî, berdewam kir. Lê di sala 2013 an de bi talîmata Ocalan Komkujiya Tiyarê û Komkujiya Roboskî hatin nixumandin.
Ocalan derbarê bûyera gelîyê Tiyarê de wiha got: “Ev bûyer ji aliyê Cemaeta Gulen ve hatiye kirin. Roboskî, bûyerên Parîsê, di bin van hemûyan de Cemaeta Gulen heye. Dixwazin çareseriya ku em bi AKP ê re pêş dixin têk bibin. Dixwazin li dijî hikûmeta AKP ê derbeyekê pêş bixin. Me ew bi vê helwesta xwe pûç kirin. Pirsgirêka Geliyê Tiyarê û Roboskî mezin nekin, dema çareseriyeke giştî çêbe wê hemû kêşe çareser bibin.”
Wek bûyerên din, PKK ê bûyera Geliyê Tiyarê jî neanî rojeva dadgeha navneteweyî. PKK ê Cemaeta Gülen weke berpirsê bûyerê destnîşan kir û dewleta tirk pak dît. Bûyera Geliyê Tiyarê mîna bûyerek e ku di paşerojeke pir dûr de qewimiye û niha tenê dema ku pêwîstiya PKK ê pê hebe, vê dosyayê tîne bîra xwe.
Dema ku em tenê li van sê bûyerên mezin dinêrin, em dibînin ku mijara dewleta Tirk ka çekên kîmyewî bikar aniye an ne anîye, weke pirsgirêka navmala PKK û dewleta Tirk tê nirxandin. PKK ê tu carî dewleta Tirk sûcdar nake. PKK hertim baskekî an jî polîtîkayê hikûmetê sûcdar dibine. Tu carî rasterast dewleta Tirk weke dijmin nabîne.
PKK niha vê kampanyaya bikaranîna çekên Kîmyewî dê weke her sê bûyerên din nêz bibe. Vê carê jî li gorî PKK ê ev gerîla ji aliyê faşîzma AKP-MHP ê ve bi çekên kîmyewî hatine qetilkirin. Li pişt vê rojevkirina vê bûyerê hin hêzên din hene. Dê pêşerojê, her tişt eşkere bibe.
Weke her sê bûyerên din, bûyera 17 ciwanên ku di kampanya çekên kîmyewî de behsa wan tê kirin, dema ku têkiliyên PKK ê û dewleta Tirk baş bû wê ev 17 ciwan jî bên jibîrkirin û bûyer bê nixumandin. Jiyana van ciwanên Kurd dîsa di kampanya siyasî ya PKK ê de weke model mijarê û amûrên propagandayê hatîye bikaranîn.