PKK cenazeyên kuştiyên xwe nade malbatên wan

PKK cenazeyên kuştiyên xwe nade malbatên wan

Rêkxerê saziya şehîdên PKKê ku navenda wê li Silêmaniyê ye, gotiye malbateka Seyid Sadiq ku kurê wan di destê PKKê de hatiye kuştin, li benda termê wî nemînin.

Li gorî agahiyên Bas News, rêheval “Wehab” bi nasnav “Wehab Simêl F.Ş” ku nûneratiya PKKê li Herêma Kurdistanê dike û rêkxerê saziya şehîdên PKKê ye, di meha Gulanê da peywendî bi malbata “Hacî Heme Şerîfê Şarezûrî” kiriye ku kurê wî di nav PKKê da wenda bûye û li nava PKKê nemaye, lê xizmên wî ji wê nûçeyê guman dikin.

Çavkanîyekî nêzî malbata kuştî, ku ji ber parastina canê xwe nexwest navê wî were eşkerekirin ragihand: “roja 22 meha borî PKKê hişyarî da malbatê ku kurê wan hatye kuştin. Daxuyaniyên derbarê mirina kurê wan da ji medyaya Herêma Kurdistanê hatiye veşartin.”

Herwiha heman çavkaniyê ragihandiye: “di 15ê Nîsana 2018ê da tevlî PKKê bû, niha malbata wî dilgiranin û dixwazin termê wî bibînin, çendîn caran pêwendî bi PKKê kirine lê çi bersiv wernegirtine.”

Pustên heman beş