Çavdêrekî siyasî: Axaftina Erdogan a li Diyarbekirê lawaz bû

Çavdêrekî siyasî: Axaftina Erdogan a li Diyarbekirê lawaz bû

 Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li Diyarbekirê  mîtîngek li dar xist. Di mîtîngê de Erdogan da zanîn ku dê Girtîgeha Diyarbekir bibe mûzexane. Çavdêrên siyasî derbarê axaftina Erdogan de gotin, axaftinek qels bû û behsa çareseriya pirsgirêkên ku xelk li bendê bû, nekir.

Recep Tayyîp Erdogan serdana xwe ya bo Diyarbekir ku hatibû paşxistin pêk anî. Serokomarê Tirkiyeyê di Qada îstasyonê de mîtîngek li dar xist û 140 projeyên 12 milyar lîreyê tirkî lê hatî xerçkirin, vekir. Erdogan di axaftina xwe de da zanîn dê Girtîgeha Diyarbekir bibe mûzexane. Çavdêrên siyasî derbarê axaftina serokomarê Tirkiyeyê de amaje kirin ku axaftinek qels bû û gelek xalên ku Kurd çaverê bûn nehatin rojevê.

Çavdêrê Siyasî Nevzad Bîngol ji K24ê re diyar kir: “Beriya mîtîngan ji bo ku beşdarî zêde be di nava civakê de hêvî tên çêkirin, ev yek pêk hat îro. Ak Partiyê hêvî dan civakê û beşdarîyek zêde hebû lê derbarê perwerdehiya zimanê zikmakî de, derbarê pêvajoya çareseriyê de tiştek nehat gotin. Qet nebe me digot qey dê bêje derbarê hijmara zarokan de gotinên wî xelet hatine fam kirin. Lê ev jî negot. Bi ya min axaftinek qels bû. Mijara Girtîgeha Diyarbekirê jî ji xwe berê hatibû gotin.”

Welatiyên ku beşdarî mîtînga Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan bûn anîn zimên ku ew ji axaftina Erdogan kêfxweş bûn, beşek ji beşdaran jî ji ber ku tirkî nedizanîn ji axaftinê fam nekirin.

Welatiyekî diyar kir: “Mesajên serokomar gelek baş bûn, enerjiyek baş a wî hebû. Ez ji serokomar dixwazim di çareseriya pirsgirêkan de xelkê kurd û rusipiyên kurd wek muxatap nas bike. Berê di muxatabiyetê de pirsgirêk hebu ji ber wê neçû serî.”

Herwiha welatiyeke din jî got: “Her tişt got. Lê min nekarî biçim cem wî fotograf bikêşim. Min ji axaftina wî tiştek fam nekir. Ji ber ku ew tirk e, ez kurd im.”

Di axaftina Erdogan de xaleke din a balkêş ew bû ku Erdogan got Selahaddîn Demîrtaş û Hevserokek ê HDPê ne Kurd in û ti têkiliya wan bi kurdayetiyê re tune ye, lê kurdan ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînin.

Pustên heman beş