7 rojnamevanên Mezopotamya û Jinnews hatin binçavkirin

7 rojnamevanên Mezopotamya û Jinnews hatin binçavkirin

Hêzên ewlekariyê yên Tirkiyeyê bi ser du ajansên Mezopotamya û Jinnews de girtin û hejmareke rojnamevan hatine binçavkirin.

Hat ragihandin, di çarçoveya lêpirsînekê de ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve dihat birêvebirin, hêzên ewlekariyê li bajarên Stenbol, Enqere, Diyarbekir, Wanê û Rihayê bi ser nivîsgehên ajansa “Mezopotamya” û “Jinnews” de girtin.

Li gor zanyariyan, herî kêm heft rojnamevan hatine binçavkirin.

Di çarçoveya lêpirsînê de li navçeya Kayapinara Diyarbekirê bi ser mala nûçegihanê MA Selman Guzelyuz û li Wanê jî mala Hakan Yalçin hatin girtin û ew her du hatin binçavkirin.

Li Diyarbekirê bi ser mala nûçegihana Jinnewsê Habîbe Eren a li navçeya Kayapinarê de hat girtin. Piştî lêgerînan, nûçegihanên Jinnews’ê Habîbe Eren û Derya Ren hatin binçavkirin.

Di çarçoveya heman lêpirsînê de nûçegihana Jinnewsê Oznûr Deger jî li Qosera Mêrdînê di serdegirtina mala wê de hat binçavkirin.

Polîsan li Ruhayê jî avêtin ser mala nûçegihanê MA Emrullah Acar. Piştî lêgerînên li malê, Acar hat binçavkirin. Her wiha hat zanîn ku li navçeya Dargeçîta Mêrdînê bi ser mala malbata Acar de hatiye girtin û gelek pirtûk jî hatine desteserkirin.

Li Stenbolê bi ser mala Rêveberê Karên Nivîsê yê Ajansa Mezopotamyayê Dîren Yurtsever de hat girtin. Di serdegirtina malan de gelek pirtûk hatin desteserkirin. Yurtsever pişt re hat binçavkirin.

Pustên heman beş