Derbarê 9 rojnamevanên Kurd de biryara girtinê hat dayîn

Derbarê 9 rojnamevanên Kurd de biryara girtinê hat dayîn

Dadgehê derbarê 9 rojnamevanên Kurd de ku xebatkarên Ajansa Mezopamyayê û JinNewsê ne û roja 25ê Cotmehê hatibûn binçavkirin, biryara girtinê da.

Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê roja Sêşemê 25ê Cotmeha 2022yan di çarçoveya lêkolîna Serdozgeriya Komarê de 11 rojnamevan û karmendên Kurd ên ajansên  Mezopotamya û JinNewsê binçav kiribûn.

Duh 28ê Cotmeha 2022an rojnamevan ji bo dadgehkirinê bo Enqerê hatibûn birin û rûniştina doza wan li Dadgeha Enqerê hat dîtin.

Şeva borî, Dadgeha Cezayan a Enqerê ji ber nûçe, parvekirinên medya civakî  û hinek serdanên wan biryara girtina 9 ji wan rojnamevanên Kurd da.

Rojnamevanek jî bi mercê kontrola dadî hat azadkirin û qedexeya derketina derveyî welat li ser wî hat sepandin.

Pustên heman beş