Fermandarekî Pêşmerge: Gotegotên êrîşa DAIŞê ya ser çeperên me ne rast in

Fermandarekî Pêşmerge: Gotegotên êrîşa DAIŞê ya ser çeperên me ne rast in

 Derengê şeva borî gotegotên êrîşa terorîstên DAIŞê ya ji nahyeya Gulale (Celewla) bi çekên segvaniyê yên Qenasê ve ber bi navçeya Kuleco ya li Germiyanê êrîşî çeperên Pêşmerge kiriye belav bûn, lê efserekî Pêşmerge ew gotegot red kirin.

Îro 29.10.2022yê Fermandarê Pêşmerge yê lîwaya 5 a piyade ya Hêzên Pêşmerge li girên Kelan a Kuleco ya ser bi Kifrî Muqadem Merîwan ji BasNewsê re ragehand: ‘’Ew gotegotên hatine belav kirin li ser wê yekê ku DAIŞê êrîş kiriye dûrin ji rastiyê. Lê li hember çeperên me çeperên Heşdî Şeibî hene û wan hin çek ceribandine û li ser çeperên me re gule berdane.’’

Herwaha got: ‘’Eger em bibêjin DAIŞ tine rast niye, çekdarên DAIŞê di valatiyên ewlehiyê de hene, lê şeva borî ti êrîşek nekirine, tenê gule berdan û çek ceribandina Heşdî Şeibî hebûye.’’

Pustên heman beş