Bûbê Eser
Ji roja PKK damezrandine û heta niha armanc û hedefa wê tenha ji bona têkbirina berjewendiya kurd û kurdistanê bû ye. Li ku derê hêjayiyek Kurdistanî hebe ji bona têkbirina wê çi jê hatiye texsîr nekirî ye û dê neke. Ji ber vê bû ku dema dagirkeran ew damezrandin û xwestin ew ango PKK li bakurê Kurdistanê bibe desthilat da ku karê wan rehet bê meşandin. Ji bona vê jî ji roja PKK derxistin hola Kurdistanê, wê bi kuştina kurdan navê xwe belav kir û xwest bi vê yekê hemî kurdan bitirsîne û bixe bin kontrola xwe lê ev yeka ku dagirkeran ji wan dixwest pêk nehat. Her çiqasî ew daxwaza dagirkeran pêk nehat jî, bi destê PKK tirs û xofek xiste nava partî û tevgerên heyî. Bi vê tirs û xofê jî PKK li ser hin rêxistinan bandora xwe pêk anî bû. Lê vê têra dagirkeran ne dikir.
Ji bona PKK bikin desthilata bakurê Kurdistanê û tunekirina partî û tevgerên din, karbidestên tirk darbeyke (hukmê leşkerî) çêkirin bi wê hemî partî û rêxistinên kurdan ji hev belav kirin. Piştre li ser navê PKK şerê tunekirina kurdan dane destpêkirin û nav lê kirin şerê xilaskirina kurdan. Bi wê teqînî û şerî, weke şerê azadiya Kurdistanê hate bi navkirin û her ku çû şer geş kirin. Wê demê ya divê herkes li gel wî şerîbana yan xaîn dihatin bi navkirin. Herdu lingên kurdan xistin solekê ku ew jî ya dewleta Kemalîst bû.
Çîroka wî şerî dûr û dirêje. Lê bi qasî dirêjiya xwe buhisteke axa bakurê Kurdistanê azad nekirin. Bêtir xerab kirin û ji bona kurdan wêranî û talanî, koçberî û welatê xwe terkirin anî. Yên man jî piraniya wan ya ji tirsa ya jî ji ber berjewendiyên şexsî ketin bin bondora PKK û wê jî çi xwest anî serê wan.
Topkirina peran, kuştin û valakirina gundan êdî ji bona PKK bûbû weke lîstikekê. Ji ber ku dagirkeran qet û qet mudaxeleyî karê wê ne dikir. Loma ew kar li gor dilê wan jî bû. Bi kurt kurtasî tevgera bakurê Kurdistanê ya welatparêz hêsîr girtin û kirin yên xwe.
Kesên ew rexne dikirin an li dijî wan derdiketin dikuştin yên nikarîbûn an nedixwestin bikujin teslîmê dewletê dikirin. Dewletê jî wan kesan dixistin zîndanên xwe û di virde ew perwerde dikirin da ku ji wan re kar bikin. Wan kesên weha dema ji zîndanê derdiketin an dihatin berdan, weke zilamên dewletê di nava PKK de bi cih dikirin da ku xelk xwefiroşiya wan nebînin.
Lê dagirkerên me dizanîbûn wê çawa xelkê bikin PKK yî. Loma ji bona vê bi destên xwe medyayek xurt ku hemî berpirsên yekem jî zilamên dawletên bûn, ava kirin. Di wê medyayê de herroj jahra Kemalîzmê didan kurdan, ji ber ku hedef û armanca wan, kurdan bikin tirkên Kemalîst, bû.
Di nava karê medyayê de yekem car televizyonek dane vekirin û xistin destê PKK da ku ew jî wê ji bona fikra Kemalîzmê bi kurdan bidin qebûlkirinê bû. Helbet karê wan ne tenê ev bû. Bi rêya wê televizyonê piraniya siyasetmedar, dengbêj û hunermendin kurdan derdixistin wê televizyonê û ew canik û camêrana bi rêya we televizyonê dikirin xizmeta Kemalîzmê. Her ku diçû şerê çekdarî kêm lê yê medya yê zêde dikirin. Bi dehan kovar û rojname derdixistin. Di destpêkê de gelekan ji wan re nivîsîn û bûne rojnemevanê wan. Kesên
ji wê xetê derketana jî dihatin kuştin an dixistin zîndanê da ku wan jî di wirde weke siyasetmedarên ku şertên dewletê qebûldikirin da ku ji wan re kar bikin, perwerde dikirin. Niha bi saya wan kovar, rojname û televisyonan piraniya kurdan kirine yên xwe. Kesên li wan televizyonan temaşe jî dikin êdî dibin ew. Yanî êdî doza tiştekî nakin û li dijî perçkirina(!) Tirkiye yê dernakevin. Ya rastê êdî doza mafê xwe yên rewa jî nakin. Niha PKK tu tiştekî nekin jî bi saya wê medya xurt ku bi destê dewleta kûr ji PKK re hatiye amadkirin, kurdan ji fikira neteweyî dûr dixin. Roj bi roj hizra neteweyî di nava ciwanên kurdan de dimire û hezkirina Kemalîzmê zêde dibe.
Çareserî:
Yekitiya hêzeke neteweyî li bakur Kurdistaê û medyayek ji ya PKK xurtir pêwîst e. Heger hemî partî û tevgerên heyî yên bakurê Kurdistanê bi hevre eniyeke neteweyî damezrînin, dikarin rewşê hinekî vegerînin.
Ya jî dezgeheke neteweyî tenha ji bona ziman û çanda kurdan bê damezrandin ev ji karê siyasî dûr be. Kar û xebatên wê tenha ji bona ziman û çanda kurdî be. Dibe ku bi saya dezgegeke weha, xelk û ciwan li zimanê xwe vegerin. Hebûna ziman û bi karanîna wî dê hizra neteweyî di nava ciwanan de geş bike. Geşbûn û bilindbûna hizra neteweyî jî dê bibe sedema daxwaza mafê xwe ê rewa. Loma niha kar tenha divê bibe hizra neteweyî di nava ciwanan de geşkirin. Ew jî li zimanê xwe, li adet û toreyên xwe vegerînê dibe…