Amerîka ji ber rewşa Şingalê nîgeran e

sinjar-us-erbil-kurdistan

Konsulxaneya Amerîka li Herêma Kurdistanê li ser rewşa Şingalê daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand, aloziya Şingalê bandoreke xirab li ser sektora perwerdehiyê kiriye û proseya asayîkirina rewşa wê deverê gelekî xemsarî bi rê ve diçe.

Konsulxaneya Giştî ya Amerîka li Hewlêrê îro 30î Cotmeha 2022an di daxuyaniyekê de ragihand: “Li Şengalê polên xwendinê gelekî qelebalix in û kereste û pêdiviyên xwendinê jî tune me. Pêşxistina perwerdeyê yek ji karên herî pêşîne ye ji pêkhateyên Şingalê re”.

Derbarê hevkariyên Amerîka ji Şingalê re, Konsulxaneya Amerîka dibêje: “Dezgeha Geşepêdana Navdewletî ya Amerîkî (USAID) herî dawî bi saziya STEP ji bo pêşxistin û perwerdehiyê re bi hevbeşî hevkarî kirin da ku 2 hezar maseyên xwendinê li Şingalê çak bikin û 22 kesên herêmê ku di nav wan de gelek jin jî hene wî karî dikin”.

Da zanîn jî, “STEP ji nêz ve bi Wezareta Perwerdeyê re kar dike ji bo belavkirina maseyan li 31 dibistanên herêma Şingalê”.

Di Cotmeha 2020ê de Hewlêr û Bexdayê di bin çavdêriya nûnerê Netewên Yekgirtî li Iraqê de rêkeftinek ji bo asayîkirina rewşa Şingalê îmze kirin, xalên girîng ên vê rêkeftinê jî, vekişîna hemû hêzên çekdar ên neyasayî ji Şingalê, dabînkirina aramî û ewlehiyê, avadankirin û vegerandina koçberan û destnîşankirina qeymeqamekî nû ye.

Cîbicîkirina rêkeftina Şingalê yek ji xalên karnameya serokwezîrê nû yê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ye, li gorî karnameyê jî divê ewlehî û aramî li navçeya Şingalê were vegerandin.

Pustên heman beş