Serokwekîlê Fraksiyona AK Partiyê Mahîr Unal ragihand ku wî dest ji erkê xwe berdaye.
Mahîr Unal li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Ji îro ve min daxwaza destjikarberdana erkê xwe yê serokwekîliyê kir. Ez ji bo bawerî û berpirsyariyên ku heta niha serokkomar û serokê me yê giştî birêz Recep Tayîp Erdogan dane min spasiya wî dikim. Ez vê yekê bi rêzdarî bo raya giştî radigehînim.”
Çend roj berê Serokwekîlê Fraksiyona AK Partiyê Mahîr Unal rexne li sîstema komarî ya Tirkiyê girtibûn û gotibû: “Komarê ziman, alfabe û hemû berbestên me yê fikirînê ji hole rakirine.”
Ev gotinê Unal di nav xelkê Tirkiyê û aliyên siyasî de bûbû sedema nerazîbûnan û Serokê MHPê Devlet Bahçelî di civîna partiya xwe de gotibû: “Ew kesên ku dibêjin Komarê zirar gihandiye çand ziman û berbestên me yên fikirînê, di xeletiyeke bê mînak û bê bingeh de ne.”