“Ciwanên Şoreşger” zarokekî din ji taxa Şêx Meqsûd a Helebê revand

“Ciwanên Şoreşger” zarokekî din ji taxa Şêx Meqsûd a Helebê revand

Tevgera Ciwanên Şoreşger a ser bi Rêveberiya Xweser ve zarokekî din ê 15 salî ji taxa Şêx Meqsûd a Helebê revand.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, Tevgera Ciwanên Şoreşger roja 30î Cotmeha borî zarokê 15 salî yê bi navê Şêxmûs Ebdulla yê ji gund Meydan Ekbesa Efrînê revandiye û heta niha çarenivîsa wî ne diyar e.

Wê rêxistinê diyar kir ku, Şêxmûs pêştir jî çend caran ligel hin hevalên serdana baregeha Tevgera Ciwanên Şoreşger a li taxa Şêx meqsûd kiribû.

Got jî: “Diya Şêxmûs serî li baregeha Ciwanên Şoreşger da û pirsa kurê xwe kir, lê wan red kir ku Şêxmûs li cem wan be, ji ber wê jî ew ji hişê xwe ve çû û ji bo nexweşxaneyê hat veguhastin.”

Taxên Eşrefiyê û Şêx Meqsûd ên Helebê, wek taxa Kurdan tê nasîn ku nêzîkî 200 hezar Kurd û bi taybet ên Efrînê lê dijîn, di destê YPG/HSD de ye û Rêveberiya Xweser jî lê hatiye ragihandin.

Tevî ku HSDê di Hezîrana 2019an de bi Netewên Yekgirtî re planek ji bo bidawîkirin û qedexekirina tevlîkirina zarokan di nava çekaran de îmze kiribû. Lê ji dema ku peyman hatiye îmzekirin ve, rewşa revandina zarokan bi dawî nebûye.

Malbatên zarokên revandî jî kiryarên Tevgera Ciwanên Şoreşger şermezar dikin û bang li rêxistinên ku girîngiyê didin mafên zarokan, rêxistinên navdewletî û aliyên pêwendîdar dikin ku fişarê li Rêveberiya Xweser û HSDê bikin ta ku çarenivîsa zarokên wan diyar bikin.

Pustên heman beş