Şanda AK Partiyê serdana HDPê kir

Şanda AK Partiyê serdana HDPê kir

Şanda Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) bi serokatiya Wezîrê Dadê yê Tirkiyê, li ser projeyasaya  destûrê  ya derbarê serpoşê de serdana Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kir.

Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Bekîr Bozdag, Wekîlê Serokê Firaksiyona Ak Partiyê Mustafa Elîtaş û Cîgirê Serokê AK Partiyê Alî Îhsan Yavuz îro 2yê Mijdara 2022yan derbarê projeyasaya hîcabê de, piştî serdanên xwe yên bo CHP û ÎYÎ Partiyê serdana koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî kir.

Di serdanê de berdevka HDP Ebru Gunay û wekîlên serokê firaksiyona wê partiyê Meral Daniş Beştaş û Saruhan Oluç pêşwazî li wê şanda AK Partiyê kirin.

Wekîla Serokê Firaksiyona HDPê Meral Daniş Beştaş piştî serdanê ragihand ku ew dê di encama şêwra ligel Rêvebiriya Navendî ya partiya xwe de hewêsta xwe ya derbarê pêşniyara AK Partiyê de bi raya giştî re parve bikin û got “Derbarê azadiya cilûbergan, hîcab û mafên jinan de helwêsta me zelal e. Lê di serdemek wiha de em dê biryareke çawa werbigirin, em dê li ser vê bi encûmenên xwe re bihev re biryarê bidin.”

Pustên heman beş