Termên 21 koçberan di ava Yûnanîstanê de hatin dîtin

Termên 21 koçberan di ava Yûnanîstanê de hatin dîtin

Hêzên Sînorparêz ên Yûnanîstanê termên 21 koçberên ku di destpêka vê hefteyê de hewl dan bi keştiyê deryaya Egeyê derbas bikin, li girava Evia dîtin.

Roja 1ê Mijdarê keştiya ku tê de 68 koçber hebûn li tengava Kafîreyê ya Deryaya Egeyê, ji ber bahoz û rewşa xirab a hewayê, binav bûbû.

Hêzên Sînorparêz ên Yûnanîstanê termên 21 koçberan, li girava Evia dîtin.

Li gorî koçberên rizgarkirî dibêjin, hîna çarenivîsa 7 kesên din ên di wê keştiyê de bûn nediyare.

Medyaya Yûnanîstanî ragihandibû, ew keştiya koçberan ji bajarê Îzmîrê bi rê ketibû û tê de koçberên Îranî, Efxanî û Misirî hebûn. 

Termeke din jî li girava Samosê hat dîtin, li wê cihê ku Pasewanên Sînor ên Yûnanîstanê di destpêka vê hefteyê de 12 koçberên neyasayî di qeyikeke din de desteser kiribûn.

Rayedarên Yûnanistanê rexne li Tirkiyeyê digirin ku koçberan bi awayekî rêkxistinkirî arasteyê Yûnanistanê dikin, lê berpirsên Tirkiyê dibêjin jî, hêzên Yûnanî belemên koçberan diteqînin û wan ber bi beravên Tirkiyê vedigerînin.

Pustên heman beş