Îbrahîm Biro: Amerîka ji derbasbûna HTŞê bo nav Efrînê agahdar bû

Îbrahîm Biro: Amerîka ji derbasbûna HTŞê bo nav Efrînê agahdar bû

Berpirsê Têkiliyên Derve yê Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Bro amaje bi tekê kir ku haya Amerkayê ji wê yekê hebûye ku Desteye Tehrîr El-Şam Derbasî Efrînê bibe û got “Bêdengiya Amerîkayê di çar rojên pêşî de ji derbasbûne HTŞê, ew bêtir wê gumanê çêdike, ew jî li gel Tirkiyê haya wan ji wê derbaskirinê heye. Paşê Amerîkayê nêrinek derxist weke aliyek hiyad bêyî ku bibêje ev teror in. Nêrina xwe ya pêşî Amerîka got gerek ew şerê di wê deverê de raweste, lê piştî ku dîtin ku ew nêrin cihê xwe danagire, nêrîneke din derxistin got ev teror in divê derkevin. Yanî dewleteke weke Amerîka nêrîneke wisa sist û lawaz li hember wê da, dihle ku ew guman çêbibe ku haya Amerîkayê ji wê derbaskirinê heye.”

Îbrahîm Bro ragihand ku hêviyên wan ji danûstandinên bi YPGê re gelek lawaz in û got “Polîtîkayên wan ên şaş dê ji bo herêma me bibe metirsî.”

Îbrahîm Bro got “Rewşa Kurdistana Sûriyê bi dirûşmên hevgirtinê nayê çareserkirin. Erdnîgariya me hewce dike ku em bi gelê Sûriyê û welatên cîran û bi taybet Tirkiye û Herêma Kurdistanê re peywendiyên baş hebin.” Wî rexne li YPG’ê girt ku têkiliyên xwe yên bi Sûriye û Tirkiyeyê re xirab dike, di heman demê de tiştek çareser nake.

Pustên heman beş