Perînçek bang li PKKê kir: Birayên min Tirkiye amade ye we hembêz bike

dogu-perincek-mardin-pkk-qandil

Serokê Giştî yê Partiya Vatan a Tirkiyê Dogu Perînçek  serdana parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê kir û li wê derê bang li PKKê kir: Perînçek “Em ji vir bang li Qendîlê dikin, guleyan bernedin birayê xwe. Birayên min, çekên ku we ji Amerîka û Îsraîlê wergirtine, bavêjin erdê. Tirkiye amade ye we hembêz bike!”.

Di demekê de ku karvedanên piştî serdana şandeke AK Partiyê 2ê Mijdara 2022ê bi serokayetiya Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Bekîr Bozdag li ser pêşniyara guhertina destûrê ya derbarê hîcabê de bo HDPê berdewam in û tê gotin ku Partiya Vatanê di her derfetê de piştevaniya Hevpeymaniya Cumhurî dike, serokê wê partiyê bang li rêveberiya PKKê kir.

Serokê Giştî yê Partiya Vatanê Dogu Perînçek di serdana xwe ya li Mêrdînê de bang li Qendîlê kir.

Perînçek got: “Partiya Vatanê partiya tobeyê ye. Çawa di dînê me de tobe heye, di Partiya Vatanê de jî tobe heye. Em kesên ku xeletiyan dikin jî vedixwînin partiya xwe Em ji vir bang li Qendîlê dikin, guleyan bernedin birayê xwe. Birayên min, çekên ku we ji Amerîka û Îsraîlê wergirtine, bavêjin erdê. Tirkiye amade ye we hembêz bike. Bila em bi çekên Amerîkî hevdu nexin, werin em hev hembêz bikin!”.

Pustên heman beş