Swêdê rawestandina piştevaniya xwe bo YPG û PYDê ragihand

sweden-government-ypg-hsd

Hikûmeta Swêdê rawestandina hemû pêwendî û piştevaniyên xwe yên ji bo Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) yên Rojavayê Kurdistanê ragihand, ev wek hewldanên hikûmeta nû ji bo endambûna NATOyê.

Duh roja Şemiyê 5ê Mijdara 2022yan, Wezîrê Derve yê Swêdê Tobias Billstrom eşkere kir, hikûmeta nû ya Swêdê hemû piştevaniyên xwe yên bê merc ji bo Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) yên Rojavayê Kurdistanê radiwestîne.

Ev helwest jî, beriya serdana çaverêkirî ya Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson bo Enqere tê, ku biryar e roja 8ê Mijdara 2022yan encam bide ji bo gotûbêjkirina ligel Tirkiyê li ser mijara endambûna Swêdê li NATOyê.

Wezîrê Derve yê Swêdê diyar kiriye: “Pêwendiyeke xurt a YPG û PYD ligel PKKê heye, ku di lîsteya terorê ya Yekîtiya Ewrûpayê de ye, loma ji bo me girîng e ku ti pêwenidyeke me ya nezelal ligel wan du rêxistinan de tunebe”.

Herwiha got: “Pêwîstiya Swêdê bi pêwendiyeke baş heye ligel Tirkiyê, loma em dixwazin, demekê ligel wê rêxistinê dûr bin”.

Pustên heman beş