Tirkiyê Berpirsekî mezin ê YPGê kuşt

ypg-azad-pkk-qasim-berho (1)

Medyaya fermî ya Tirkiyê ragihand, berpirsekî pilebilind ê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li herêma Eyn Îsa ya Rojavayê Kurdistanê di operasyoneke saziya istxibarata wî welatî (MÎT) de canê xwe ji dest daye.

Ajansa fermî ya Tirkiyê îro ragihandiye, navê wî berpirsê YPG yê ku di operasyona MÎTê de li Eyn Îsayê canê xwe ji dest daye, “Qeys Berho Sulayva” û nasnavê wî “Azad” e.

Hatiye ragihandin ku Qeys Berho Sulayva “berpirsê leşkerî yê YPGê li navçeya Eyn Îsa” û bi esil “xelkê Iraqê” bûye.

Lê belê medyaya fermî ya Tirkiyê amaje bi roja lidarxistina operasyonê nekiriye.

YPG û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku sîwana hêzên çekdar ên li navçeyên Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê ye, derbarê mijarê de hêj ti daxuyanî nedane.

Li gor ajansa fermî ya Tirkiyê, Qeys Berho Sulayva sala 2013an tevlî refên PKKê bûye û destpêkê li navçeya Şingalê ya Başûrê Kurdistanê û paşê jî li navçeya Til Temir a Rojavayê Kurdistanê erk wergirtiye.

Li gor heman çavkaniyê, ew berpirsê YPGê bo demekê li bajarê Hesekê berpirsê çekên giran bûye û paşê di sala 2017an de careke din li herêmên Serê Kaniyê û Til Temirê hatiye erkdarkirin.

Pustên heman beş