Tirkiyê û PKKê amarên şer yên cotmehê belav kirin

په_كه_كه_-تركیه_-ئامار-pkk-turkey-2022-10

Dewleta Tirk û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKKe) amarên şer yên cotmehê ragihandin, li gorî amarê 75 çekdarên PKKê û bi dehan leşkerên Tirk hatine kuştin.

Wezareta karên navxwe ya Tirkiyê di ragihandinekê de eşkere kir, li cotmeha îsal 2022ê herî kêm 75 çekdarên rêxistina PKKê di operasyonên artêşa dewletê de hatine armanc girtin.

Ji hêla xwe ve rêxistina PKKê di meha cotmehê de her roj di medyaya xwe de kuştina 4 heya 15 leşkerên Tirk bê navbir îlan dikir.

Li hemû mehên salê dewleta Tirk û rêxistina PKKê amarên şer parvedikin û her yêk dibêje me ew qas kuştine, lê belê herdu alî rast nabêjin û vê weke şerekî taybet li dijî hev di meşînin û tenê yên ku zirara rastîn ya vî şerê saxte didin, gelê Başûrê Kurdistanê ye.

Pustên heman beş