Kurte vîdyoyek û peyamek mezin derbarê gefên PKKê li ser Rojhilata Kurdistanê – «1»
Di van rojên borî de medyayên PKK’ê vîdyoyek belav kirin ku tê de çend kes bi zimanê Kurdî û Farsî peyamekî belav dikin û bang li xwendekar û ciwanên Rojhilat dikin ku ji zanîngeh û bajaran derkevin û bibin gerîllayên PKK’ê. Di vê gotarê de, ezê hewl bidim pêşî ew peyamên ku di şekil û naveroka vîdyoyê de xuya dikin bas bikim, û di beşa dawî de jî wê behsa wan gef û xetereyan bikim ku PKK ji bo pêşeroj û têkoşîna rizgarîxwaza Rojhilatê Kurdistanê çêdike û heger kurdên Rojhilat hay ji xwe nebin, ewê rastî wan tengasiyan werin yên ku rojavayê welêt ji ber PKK-ê rastî wan hatî.
Ev vîdyo her çend 2 deqîqe û 15 saniyeye, lê çendîn peyamên giring dihewîne û ev peyamên han bi zelalî pêwendiya PKK bi rejîma Îranê û gef û metirsiyên PKK li ser tekoşîn û pêşeroja Rojhilatê Kurdistanê nîşan dide.
Kesên di vîdyoyê de kî ne?
Di vîdyoyê de 10 kes tê dîtin ku tenê yek ji wan rûyê xwe nagire û yên din hemûyan rûyê xwe veşartine. Berî ku ez behsa sedemên nixumandîbûna rûyê wan kesa bikim, dixwazim basî xalek girîng bikim ew jî eve ku di vîdyoya PKK-ê de “Cemedanî” û “Kefî” hatine bikaranîn, ku her du jî berê ji aliyê PKK’ê ve nehatin bikaranîn hevdem xebatkarên hundirîn yên Rojhilatê Kurdistanê û gelê wê perçeya Kurdistanê di van salên dawî de hilgirtina “Cemedanî”yê weke sombolek ji boy cudakirina xwe ji PKK’ê bikar tînin. Çend sal berê di pîrozbahiyên Newrozêyên li Rojhilatê Kurdistanê de, alîgirên PKK-ê bi bilindkirina hinek ji van “Dersoka” ku gerîla bikar tînin û bi rastî jî ez nizanim navê wan çîye lê piştrastim ti elaqeya wan bi kurdan ve tune, hewl dan wusa nîşan bidin ku PKK li Rojhilat xwedî pêgehek mezine. Lê gelê Rojhilat bi bilindkirina “Cemedanî”yê ku sembola têkoşîna netewî ya wê parçeyê ye, planên PKK’ê pûç kirin. Bertekên gelê Rojhilat li hember komploya PKK û Komara Îslamî ewqas berfireh bû ku Newroza Rojhilat bi “Newroza “Cemedanî”yê hate binavkirin. Bê guman ew “Cemedanî” li Rojhilatê Kurdistanê û perçeyên din yên wilatê me de sembola tekoşîn û berxwedana neteweyî û şorişgêran û pêşmergeyên Kurdistanê ye li çiyayan. Piştî azadbûna Başûrê Kurdistanê, gelek caran serkirdeyên wê parçeyê di hevdîtinên herî bilind û dîplomatîk de bi “Cemedanî”yê beşdar bûne. Helbet rejîma Îranê dixwaze vê sembolê ji Rojhilatê Kurdistanê bistîne û PKK’e jî alîkariya vê yekê dike, lê xelkê Rojhilat şiyartirin ji vê yekê ku bi van lîstikên zarokane bihên xapandin.
Di vîdyoyê de ya ecêb ewe ku PKK mifa ji “Cemedanî”yê wergirtiye û hinek kesên ku di vîdyoyê de derdikevin rûyê xwe bi “Cemedanî”yê girtine. Bikaranîna “Cemedanî”yê ji aliyê PKK’ê ve nayê wê wateyê ku baweriya wê bi “Cemedanî”yê heye, belku dema PKKe têgihiştî ku nikare ev sembola têkoşîn û şoreşgerên kurd ji gel bistîne, di niha de dixwaze bi sûd wergirtin ji “Cemedanî”yê û “Kefî”kê xwe bi dostê Rojhilat nîşan bide heya ku bi vî awa bikare gel bixapîne.
Xalek din a vîdyoyê eve ku çima ji bilî kesekî tev kesên din yên di vîdyoyê de diyar rûyên xwe vedişêrin? Helbet ev yek ji du dozan dernakeve: yan yên di vîdyoyê de diyar dibin gerîlatiyê wek şerim dihesibînin, loma rûyê xwe vedişêrin, yan jî PKK derewan dike û kesên ku di vîdyoyê de xweya dibin gerîlayên wê yên berê ne û ji ber ku bi derketina rûyê wan wê her kes bizanibe ev kesane dirêj li çiya û şikeftan de jiyane û cudahiyeke mezin di nêvbera wan û kesên li bajaran jiyan dikin de û di zanîngehan de dixwînin heye, loma rûyê xwe vedişêrin.
Naveroka vîdyoyê
Di forma vîdyoyê de gelek xalên din jî hene ku dikarin nîqaş li ser bê kirin, lê em dixwazin zêdetir behsa naveroka vîdyoyê û peyamên wê bikin.
Vîdeo bi wê yekê dest pê dike ku jinek bi rûyê xwe yê nixumandî nameyekî dixwîne û nivîs jî bi kurdiyek pir xerab hatiye nivîsandin. Di nameyê de ev kes weke komek ciwan û jinên zanîngeha Sineyê tên binavkirin. Yên ku li Sineyê dijîn dizanin ku li Sineyê gelek zanîngeh hene, lê ti zanîngehek bi navê zanîngeha Sineyê tune. Kesên ku ev gotar nivîsandine û yên xwendine yan haya wan ji bajarê Sineyê nîne yan jî mebesta wan “Zanîngeha Kurdistanê”ye û bi qestî navê “Kurdistanê” derxistine û bi kar neaniye û kirine Sine.
Di hevoka yekem de navê şoreşa vê carê ya gelê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi “Şoreşa Azadiya Jinê” bi nav kirin. Eşkereye ku ger em li gor rêzmana Kurdî lê binerin, wateya hevokê tê wê wateyê ku dixwazin li hemberî vê şoreşê li ber xwe bidin! Lê em vê yekê dixin bin hesabê nexwendewariya wan û tenê behsa wateya “Şoreşa Azadiya Jinê” dikin. Ti kes haşayê ji vê yekê nake ku serhildan û şoreşa ev care ya Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi kuştina hovaneya keça Kurd a Seqizê ya bi navê Jîna Emînî ya 22 salî ji aliyê leşkerên rejîma Îranê ve dest pê kir. Eşkereye ku kurdên Rojhilat bi rastî bawer dikin ku tevî ku Jîna ji ber ku “jin” bû hat girtin jî, lê ji ber ku “Kurd” û “Kurdistanî” bû hat kuştin. Ji aliyekê din ve siyasetmedarên neteweya Fars û hemû kesên ku li dijî mafên neteweyên bindestên Îranê ne, hewl didin ku asta mezinatî û berbelavbûna vê serhildanê kêm bikin û weke serhildanek ji bo bi dest xistina mafên çîneke taybet bi nav bikin û bibêjin gel bi tenê ji boy azadiya cil û bergan û hilweşandina yasaya “Hîcaba Neçarî” daketine kolanan.
Helbet rejîma Tehranê jî ev yek pê nexweş nîne ji ber ku bi rastî hem mezinahiya serhildanê kêm bûye û hem jî bi hêsanî dikare xwe rizgar bike. Bo mînak bi rakirina “Polîsê Exlaq” û rêgirî nekirin ji jinên ku xwe napêçin, dikare vê şoreşê bifetisîne. Niha destpêkiriye jî û berpirsekî çandîyê Rejîma Îslamî di hevpeyvînekê de got: “me di yasayê de behsa hebûna “Polîsê Exlaq” nekiriye. Xwe Ehmedî Nejad jî wiha got: “ti ayet û hedîsek tuneye ku bibêje, eger kesek xwe hîcab neke bila wî li kolanan bigirin”. Li virr pirsa ji PKK tê kirin eve ku eger weke ew dibêjin şoreş şoreşa azadiya jinê be, bi guhertina hinek yasayan di çarçoveya rejîma Tehranê de, beşek ji azadiyên jinan dikare were dabînkirin, lê mafên rewa yên Kurdan û rizgariya Kurdistanê dê çi bibe? Bi kurtî PKK jî wek faşîstên Farisan dixwaze mafên netewîyên netewên bindestên Îranê û pirsa azadkirina xakên van miletan û di serî de netewa kurd û Rojhilatê Kurdistanê bixe aliyekê û ji bîra wan bibe.
Di beşeke dina peyamê de, dema behsa rejîma Îranê tê kirin, hewl tê dayîn ku tenê weke rejîmeke zilamsalarî were nîşandan û taybetmendiyên dagîrkeriya wê rejêmê hatiye nixumandin û bi ti awa amaje pê nayê kirin. Ji bo me kurdan mijara herî girîng pirsgirêka xaka Kurdistanê û dagîrkirina wê ji aliyê rejîma Îranê veye. Rejîmên ku Kurdistanê dagîr dikin, çi zilamsalarî bin çi Femînîst, çi Îslamî û çi Komonîst, vê rastiyê naguherînin ku armanca serekeya kurdan azadkirina xaka wane û dijayetîkirin û têkoşîna ji bo hilweşandina sîstema kolonyalîst divê karê wanyê yekem be. Lê mixabin PKK ne tenê naxwaze sîstemên kolonyalîstên Kurdistanê ji holê bên rakirin û Kurdistan wek welatekî dagîrkirî azad bibe, belkî bi eşkere û berfireh li dijî rizgarî û serxwebûna Kurdistanê û avakirina dewleta Kurdistanê derdikeve.
Piştî çend gotinan, di peyamê de rewşa Îranê wek derfeteke zêrîn ji bo “Yekgirtin” û “Xwerêxistinkirinê” ya gelên Îranê hat nîşandan. Ev yek jî bi zelalî nîşan dide ku PKK giringîyê bi mafên netewîyên kurd û rizgariya Rojhilatê Kurdistanê nade û êmaje bi vê yekê nayê kirin ku ev serhildan derfeteke zêrîne ji bo rizgariya netewîya beşekî ji welatê kurdan. Di şûna wê de behsa xwerêxistinkirin û yekgirtina gelên Îranê dike, ku helbet ji bo berjewendiyên partiya xweye û xwe hazir kiriye ku heman karesata aniye serê Rojavayê Kurdistanê, bîne serê Rojhilat jî.
Di dawiya daxuyaniyê de hêzên gerîla weke rêxistina herî xurta “Jin û Ciwanan” bi nav dike û banga berfirehkirina wê dike. Ji boy mezinkirina hêza gerîla jî ji ciwan û jinan tê xwestin ku bibin gerîlayên PKK’ê. Helbet li virr bi eşkere derdikeve ku armancên vê peyamê tenê di berjewendiya rejîma dagirkera Îranê deye. Yek ji taybetmendiyên vê serhildan û şoreşa gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ewe ku tevî zextên rejîmê jî, gel amade nîne ji welat derkeve û li ber xwe didin. Ev jî ji baweriya wana bi serkeftina şoreşa wan tê. Her çend di xwenîşandanên berêyên Îranê de gelek kes ji tirsa eşkere bûna wan û sizadana wan ji aliyê rejîmê ber bi welatên din ve reviyan û awareyên wlatên hev sînorê Îranê bûn, lê di vê şoreşê de ne xelkê Îranê, belku berpirsên rejîmê û malbatên karbidestên rejîma Îranê ne ku direvin.
Mana gel bi taybetî jin û ciwanên ku rola pêşengên vê şoreşê dilîzin, rejîma Îranê nîgeran kiriye. Rayedarên Tehranê hewl didin li şûna ku ciwan û jin li kolanan bimînin û xwe biparêzin ji Îranê derkevin. Daxwaza PKK’êya ji bo gerîllabûna ciwan û jinan li gorî berjewendiyên rejîma Tehranêye û bê şik bi hevkarî û lihevkirina her du aliyan biryar hatiye dayîn. Di rewşa îroyîn de li rojhilat qada rasta şoreş û têkoşînê kolanên bajar û bajarokane, PKK dixwaze bi kişandina ciwan û jinan bo nava refên gerîla de hem vê şoreşê lawaz bike û hem jî hêzeke nû ya mirovan bi dest bxe ji boy ku bi destê Tirka bi kuştin bide û dawiyê bazareke siyasî bi xwîna wan bike.
Di heman demê de behiskirina rola gerîlayan weke hêzeke çekdar, ev jî bi rûyên wan yên girtî ku bêhtir weke hêzeke wêranker tê nîşandan, dikare weke belgeyekê ji bo îsbatkirina yek ji îdîayên rejîma Îranê bi giştî û bi taybetî yên “Îtîlaata Îranê” û “Îstixbarata Supayê Pasdaran” be ku berdewam bas li vê yekê dikin kurdan rolek wêranker heye di xwepêşandanan de û yên tên kuştin bi wan çekan tên kuştin ku kurd bikar tînin. Îran bi van îdîayan dixwaze qetilamên xwe rewa nîşan bide û neteweyên din bitirsîne ku Kurdistan dixwaze xaka wan dagîr bike. Ev yek dikare yektiya netewên Îranê ji bo rûxandina rejîma Tehranê têk bibe, ku helbet ev yek tenê di berjewenda rejîma Îranê û dagirkerên Kurdistanê de ye. Ev mijar ji bo rejîma Îranê ewqasî girînge ku amade bû bi dehan mûşek û dronên xwekuj ber bi partiyên Netewîyên Rojhilatê Kurdistanê ve bavêje.
Di dawiya vîdyoyê de ew çend kes li çepikan didin û dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” diqîrin û dixwazin bi rêya rêberê PKK’êyê girtî di gireva Îmraliyê de û di bin rehma dewleta tirk de Rojhilatê Kurdistanê rizgar bikin.! Di paşperdeya vîdyoyê de wêneyê Abdullah Ocalan û çend alên PKK û şaxên wê têne dîtin ku vê rastiyê îsbat dike ku hevokên “PJAK” û “Kodar” tenê peyvin û yên di esas de heyî û biryarê dide bi tenê PKK’e ye, ji ber vê yekê jî min di nivîsa xwe de bi tenê peyva PKK’e bikaraniye.
Bi lênêrîna bilez li form û naveroka vê kurte vîdyoyê xuya dibe ku armanca PKK’ê piştgirîkirina têkoşîna rojhilatê Kurdistanê nîne û dixwaze heman karesata ku anî serê Rojavayê Kurdistanê bîne serê Rojhilat jî. Di beşa bêya vê gotarê de ezê behsa gefên PKK’êyên li ser paşeroja Rojhilat û rastiya şaxên ku di bin navên cudayên wek PJAK, Kodar û hwd de ji bo xapandina gelê rojhilat hatine afirandin, bikim. Hevdem wê li pey berisva vê pirsê bigerîn ku gelo PKK dikare plana li dijî Rojava pêk anî li Rojhilat jî pêk bîne.
Bi me re bin…