Ferîd Sadûn: Tirkiye ava vexwarinê wek fişareke siyasî li dijî miletê me bi kar tîne

Ferîd Sadûn: Tirkiye ava vexwarinê wek fişareke siyasî li dijî miletê me bi kar tîne

Çavdêrê siyasî Ferîd Sadûn dibêje, “Rojavayê Kurdistanê dorpêçkirî ye, tenê riya Herêma Kurdistanê ji bo derbasbûna alîkariyên mirovî vekirî ye û divê Rêveberiya Xweser astengiyan dernexe.”

Human Rights Watch duhî di raportekê de Tirkiye bi qutkirina ava çemê Firat û ava westgeha Elok li ser Sûriyê tawanbar kir û got ku ev yek dihêle nexweşiya kolera zêdetir belav dibe dijwar dike. Her wiha rêjîma Sûriyê jî tometbar kir ku astengiyan li pêş gihîştina alîkariyên mirovî bo Hesekê dirust dike.

Di vê derbarê de çavdêrê siyasî Ferîd Sadûn ji K24ê re got: “Mijara avê, mijareke siyasî ye. Tirkiye yek ji welatên ku rasterast destêwerdanê di Sûriyê de dike û dixwaze bi riya qotkirina ava çemê Firat û westgeha Elokê, fişarê hem li rêjîma Sûriyê û hem li Rêveberiya Xweser bike. Mixabin Tirkiye di milmilaneyeke siyasî de, karta avê li dijî milet bi kar tîne ku pirsgirêkeke tund di warê tendirustî û ava vexwarinê de ji gelê Rojavayê Kurdistanê re dirust kiriye.

Got jî: “Li hember vê rewşa ku Tirkiyê dirust kiriye, hikûmeta Sûriyê jî lawaz e û nikare rewşê çareser bike û westgehên avê yên hene nûjen bike û karmend û alavên pêwîst jê re peyda bike.”

Tekezî li ser wê yekê jî kir, di rewşa niha ya nebûna avê de, nexweşiyên giran û Kolera li herêmê belav bûne. Rêbendên rêjîma Sûriyê astengiyan li pêş derbasbûna derman û hevkariyên bijîşkî bo herêmê çêdikin û ew bi hêsanî derbasî herêmê nabin.”

Ferîd Sadûn hişyarî da û got: “Rewşa herêmê ji aliyê tendirustî ve gelekî xirap e û dermanên nexweşiyan peyda nabin. Gelek nexweşxane ji ber nebûna dermanan, ji kar derketine.”

Derbarê çareseriya vê rewşê de, Ferîd Sadûn got: “Di bin çavdêriya hêzên Rûsî hin caran rêkeftin ji bo berdana ava westgeha Elok bo Hesekê çêdibin. Lê Rûsya bi xwe beşek ji pirsgirêkê ye. Netewên Yekgirtî di meha Tebaxê de ji bo derbaskirina alîkariyên mirovî bo Sûriyê civiya, lê Rûsya û Çînê veto li dijî wê projeybiryarê bi kar anîn. Rûsya dixwaze pirsa derbasbûna alîkariyên mirovî di bin serperiştiya rêjîma Sûriyê de be, lê rêjîma Sûriyê bi zehmetî rê dide ku beşek ji wan derman û alîkariyan derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin.”

Li ser rola Rêveberiya Xweser di çareserkirina vê pirsgirêkê de, Ferîd Sadûn got: “Karînên Rêveberiya Xweser sînordar in, ji ber ku sînor girtî ne. Sînorê Tirkiyê girtî ye. Di navbara herêmên Rêveberiya Xweser û rêjîmê de jî rêbend hene.Tenê sînorê bi Herêma Kurdistanê re vekirî ye, ji ber vê yekê jî divê pêwendiyên sererast di navbera Rêveberiya Xweser û Herêma Kurdistanê de hebin, ji bo hinekî rewş baştir bibe.”

Her wiha got jî: “Herêma Kurdistanê û Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî gelek alîkarî şandine Rojavayê Kurdistanê. Divê Rêveberiya Xweser astengiyan dernexe ji bo derbasbûna alîkariyan. Ji Rêveberiya Xweser tê xwastin ku rê li pêş derbasbûna alîkariyan ji Herêma Kurdistanê xweş bike.”

Pustên heman beş