Ew xwendekarê Kurd ê li Îranê rastî êrîşekê hatibû, canê xwe ji dest da

Ew xwendekarê Kurd ê li Îranê rastî êrîşekê hatibû, canê xwe ji dest da

Ciwanekî Kurd ê Başûrê Kurdistanê ku xwendekarê zanîngeha bajarê Ehwazê ya Îranê bû û berî çend rojan rastî êrişeke bi kêran hatibû û bi giranî birîndar bûbû, canê xwe ji dest da.

Beşar Fayiq Bergareyî ku xelkê qezaya Berdereş ê Herêma Kurdistanê û xwendekarê sala duyem a fakulteya Bijîşkî ya zanîngeha Şapûr a bajarê Ehwazê yê Îranê bû, şeva 4ê Mijdarê rastî êrîşeke bi kêran ji aliyê çend kesan ve hatibû û bi giranî birîndar bûbû, îro li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Mihemed Mehdî ku hevalê Beşar Fayiq e û li nexweşxaneyê bi Beşar Fayiq re bû ji K24ê re got, piştî 4 neştergerî ji Beşar re hatin kirin, îro danê sibê canê xwe ji dest da.

Beşar Fayiq ji bo kirîna hin pêdiviyên rojanem roja çûbû bazarê, çend kesan riya wî girtin û telefona wî û pere ji wî xwastin, lê wî qebûl nekir, lewma wan bi kêran êrişî wî kirin û bi giranî birîndar kirin.

Pustên heman beş