Şandeke Brîtanî serdana Kobanî û Minbicê kir

Şandeke Brîtanî serdana Kobanî û Minbicê kir

Şandeke Brîtanyayê îro serdana herêmên Kobanî û Minbicê yên di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Rêveberiya Xweser a li Bakur Rojhilatê Sûriyê (Rojava) kir û bi rayedarên leşkerî û siyasî ên her du herêman re civiya.

Li gor zanyariyan, îro Çarşembê 9ê Mijdara 2022an şandeke Brîtanî li Rojavayê Kurdistanê hin civîn û hevdîtin bi rayedarên leşkerî û sivîl ên herêmê re pêk anîne.

Medyaya nêzîkî Rêveberiya Xweser belav kiriye, şanda Brîtanî serdana bajarên Kobanî û Minbicê yên li bakurê rojhilatê Helebê kiriye û bi serkirdeyên leşkerî û sivîl ên her du bajaran re civiyaye.

Li gor heman çavkaniyê, şanda Brîtanî di hevdîtinên xwe yên ligel encûmenên leşkerî û sivîl ên Minbic û Kobanî de tekezî li ser piştgiriya bo aramiya herêmê kiriye.

Derbarê serdanê de hêj ti zanyariyên berfireh û hûrgilî nehatine bidestxistin.

Brîtanya yek ji endamên Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê ye û di çarçoveya erkên wê hevpeymanê de hejmarek hêzên wê li Rojavayê Kurdistanê hene lê hejmara wan nayê zanîn.

Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî di sala 2019an de piştî operasyona artêşa Tirkiyê ya bo ser Girê Spî û Serê Kaniyê, ji Kobanî û Minbicê derketin û piştî lihevkirina bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re hêzên Rûsyayê derbasî herêmê bûn.

Pustên heman beş