Heyeta wezareta derve ya Amerikayê li gel ENKSê civiya

Heyeta wezareta derve ya Amerikayê li gel ENKSê civiya

Cîgirê Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê bo Karûbarên Rojhilata Navîn Ethan Goldrich bi berpirsên ENKSê re hevdîtinek pêk anî. Ji ENKSê Îbrahîm Biro û Ebdulhekîm Beşar di civînê de beşdarbûn.

Balyozxaneya Amerîkayê li Şamê li ser hesabê xwe yê Facebookê behsa vê civînê dike. Balyozê DYA li Şamê dibêje; “Goldrich bi nûnerên Encumena Niştîmanî ya Kurdî re civiya û li ser geşedanên li Bakurê Sûriyê, lihevkirina nav Kurdan, rewşa penaber û awareyan û metirsiya DAIŞê ya berdewam gotûbêj kirin.”

Wê şanda wezareta derve ya Amerîkayê herwiha serdana Rojavayê Kurdistanê jî kir û li Qamişlo bi Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Kobanî û Fermandara Giştî ya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Newroz Ehmed re hevdîtin pêk anî.

Di civînê de rewşa siyasî, ewlehî û aborî ya navçeyên Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat gotûbêjkirin. Li gorî zanyariyan her du aliyan di civînê de tekezî li ser girîngiya ewlehî, aramî û rêkeftina agirbestê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirine.

Serokê şandê Ethan Goldrich ji Fermandarê HSDê re got ku, ew bi dewletên pêwendîdar re di têkiliyê de ne, ji bo welatiyên xwe ji herdu kampên Hol û Roj vegerînin, ku bi hezaran girtî ji çekdarên DAIŞê li wan deran hene.

Pustên heman beş