Newar Sebrî: Rûsya li himber qutkirina ava Elok bêdeng e

Newar Sebrî: Rûsya li himber qutkirina ava Elok bêdeng e

Berdewamiya birrîna ava Wêstgeha Elok ji ser Hesekê û gundewarê wî bajarî, bûye sedema krîza avê li wan deveran. Hevseroka Rêveberiya Avê li Bajarê Hesekê, ragihandiye ku, nişteciyên Hesekê û gundewarê wê, ji ber nebûna ava vexwariunê dinalin û êşû azarên wan bêhtri dibin.

Li gorî gotina Hevseroka Rêveberiya Ava Hesekê, garantorê Rûsî, li beramber vê rewşa zehmet bêdeng maye.

Hevseroka Rêveberiya Avê ya Bajarê Hesekê Newar Sebrî dibêje “Di dema dawî de û li jêr sîbera birrîna giştî ya ava wêstgehê, peyudakirina avê bi rêya tankeran dibe.”

Hevseroka Rêveberiya Avê ya Bajarê Hesekê, nîşanê bi wê yekê dide ku, nêzîka yek milyon û 500 hezar kesî pêwîstiya wan bi ava Wêstgeha Elok heye, lewma ew daxwaz dikin ku ew wêstgeh weke bêlayen bimîne.

Newar Sebrî ragihand “Em berdewam dengê xwe digihînin Neteweyên Yekbûyî, rêxistinan, Rêxistina Mafên Mirovan, û her kesê ku bîr li aliyê mirovê ji vê azarkêşiyê bike, ji bo bêlayenkiriba Wêstgeha Elok, ji bo gihandina ava vexwarinê bo Hesekê, lê mixabin em kesekî nabînin ku dengê me bike yan bersiva vê bangewaziyê bide yan bi ciddî li ber bêlayenkirina Wêstgeha Elok raweste.”

Ji Cotmeha 2019yan ve, ango piştî dagîrkaririna Tirkiyê û grûpên çekdar ji navçeya Serê Kaniyê û Girê Spî re, heta niha, hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar ên alîgirên wê, bêhtir ji 30 carî, ava Wêstgeha Elok, ji ser Hesekê û gundewarê wê birrîye. Ev yek jî ziyaneke mezin digihîne nişteciyên wan navçeyan.

Pustên heman beş