Kurte vîdyoyek û peyamek mezin derbarê gefên PKKê li ser Rojhilata Kurdistanê – «2»

eastern-Kurdistan-iran-pjak-pkk-rojhelat-info
  • Mako Ardalan

Di beşa yekema vê nivîsê de me li ser form û naveroka kurte vîdyoyekî ku ji aliyê medyaya PKKê ve hatiye belavkirin û tê de tê îdîa kirin komek xwendekarên zanîngeha Sine tevlî gerîla bûne û bang li ciwan û jinên rojhilat dikin ku ji kolanên qelebalix derkevin û tevlî refên PKKê bibin kir. Di vê beşê de ezê metirsiyên PKK’êyên li ser siberoja rojhilat û rastiya şaxên ku di bin navên cudayên weke PJAK, KODAR û hwd de ji bo xapandina gelê rojhilat ava kirine, bikim.

Lêgerîna bi lez li sê mijarên: “ajandaya PKK’êya têkildarî rojhilatê Kurdistanê, sedemên damezrandina PJAK’ê weke baskê PKKê û bernameya wêya ji bo paşeroja rojhilat” dikare wêneyekî zelal derbara niyet û merema rasteqîneya PKKê li himber Rojhilatê Kurdistanê bide me.

Bernameya PKK’ê

Peywendiyên PKK bi rejîma Îranê re xwedî dîrokeke dirêje û bi dehan pirtûk û bi sedan gotar li ser wan hatine nivîsandin. Asta peywendiyên PKK bi Tehranê û dezgehên îstixbaratîyên rejîmê re ewqas kûr bûne ku bi hemû pîveran mirov dikare navê xiyanetê lê bike. PKK ji dema hebûna xwe ve heta niha yek tişt ji bo tevgera rizgarîxwaza kurd li Rojhilatê Kurdistanê nekiriye. Di serhildana 3’ê Sibatê ya li rojhilat û bi taybetî li Urmiyê û Sine’yê de, bi hinceta vegerandina Ocalan bo Tirkiyê, ku di destpêkê de bi destûra rejîma Tehranê hat lidarxistin û piştî ku kurdan daxwazên xweyên netewîyên rewa berevajî komploya hevpara PKKê û Tehranê blind kirin, bi dehan kurdên rizgarîxwaz şehîd kirin, PKKê ji rejîma Îslamîya Îranê tundtir êrîşî îradeya netewî ya xwepêşanderan kir û xwepêşander weke xizmetkarên împiryalîzm, kemalîzm û sehyonîzmê bi nav kirin. Di hemû serhildan û xwepêşandanên din de ku kurdên rojhilat ji bo bidest xistina mafên xweyên netewîyên rewa li dijî rejîma Tehranê pêk anîne û xwîn rijandine, PKK tu carî li pêşya gel nebûye û daxuyanî û karên PKKê herdem di berjewenda dagirkerên Kurdistanê de bûye.

PKKê bi berdewamî dîroka têkoşîna rizgarîxwaza kurd li rojhilat sexte kiriye û ji Simko Şekak heta Pêşewa, Dr. Qasimlo, birêz Fuad, Dr. Şerefkendî û tev rêberên din yên tekoşîna rizgarîxwazaneya Rojhilatê Kurdistanê rastî bêrûmetkirin û îhanekirina PKKê û alîgrên wê hatine. Ti partiyeke netewî ya Rojhilatê Kurdistanê tuneye ku destê PKKê bi xwîna pêşmerge, endam û alîgirekê wê sor nebûyî.

Ji xeynî endamên partiyan û çalakvanên siyasî, PKK xwe dudil nebûye ji ti dijminatiyekê li dijî gelên asayîyên Rojhilatê Kurdistanê jî. Gelek kesên ji aliyê PKKê ve hatine revandin û windakirin hene. Endamên PKK-ê di zindanan de li dijî çalakvanên siyasîyên rojhilat ji rejîmê re weke sîxur xebitîne û hijmara wan kesan ne hindike ku bi sedema sîxuriya endamên PKKê di nava zindanên Îranê de rastî cezayên gran hatine.

Tehlîlkirina peywendiyên navbera PKK û rejîma Tehranê û behiskirina hemû xiyanetên ku PKKê li kurdên rojhilatê Kurdistanê kiriye, ne mijara vê gotarêye û ne jî di gotarekê de dikare were behiskirin, ji ber ku her wek berê min amaje pê dayî karên dije gel yên PKKê li dijî rojhilatê Kurdistanê ewqas zêdene ku bi dehan pirtûk derbarê wan de hatine nivîsandin û ez piştrastim ku bi rûxana rejîma Îranê û eşkere kirina dosiyeyên dezgehên îstixbaratî, di şiyan de heye bi sedan pirtûkên din jî li ser wan xiyanetên PKKê werin nivîsandin. Lê ji bo ku em niyeta PKK-êya rast fêm bikin, hewce bû ku em bi lez û bez li dîroka kiryarên PKK-êyên li dijî rojhilat binêrin.

Sedemên damezrandina PJAKê

Her kesê agahiyên destpêkî li ser çewaniya damezrandina PJAK’ê û rewşa herêmî û navnetewî ya dema damezrandina vê şaxa PKKê de hebe, wê bibîne ku armanca PKK’ê ji damezrandina PJAK’ê weke şaxê xwe li Rojhilatê Kurdistanê bi ti awa ne ev bûye ku xizmeta têkoşîna rizgarîxwaza vê perçeya wilat bike.

Êrîşên 11’ê Îlonêyên terorîstên Al-Qaîde li ser Amerîka, qonaxeke nû di siyaseta navnetewîya Waşingtonê de dirust kir. Hebûna leşkerîya Amerîkayê ya bi awayek berbiçavtir li rojhilata navîn yek ji taybetmendiyên vê qonaxa nû bû. Amerîkayê bi êrîşkirina li ser Afghanistanê û rûxandina hikûmeta talîbanê re, hevdem Îran, Îraq û Koreya Bakur weke enya xerabiyê bi nav kir. PKK’ê xwest rêyekê bibîne ku ji hebûna DY yê sûd werbigire.

Helbet binavkirina rejîma Îranê wek enya xirapkariyê derfeteke baş ji bo hemû wan aliyên ku dijberiya rejîma Îranê dikin, peyda kirbû. PKK’ê bi avakirina PJAK’ê xwest wusa bi Amerîka bide fêm kirin ku ew jî li enya şer li dijî Îranê de cîh digre û çavbirçîtiya piştgirya Amerîkayê dikir. Her çiqas PKKê her tim hewl daye xwe weke tevgereke çepa ku li dijî emperyalîzmê bi taybetî li dijî dewletên yekbûyî yên Amerîkayê kar dike nîşan bide, lê ya rast ewe ku her tim hewl daye ku di afirê Amerîkayê de xwe biçêrîne.

Eşkereye ku kişandina bala amerîka û piştevaniya wan ne tenê sedema damezrandina PJAKê bû. Piştî ku neteweya kurd li Başûrê Kurdistanê hinek mafên xweyên netewî bi dest xist û bi damezrandina statoyek Siyasî-neteweyî bû xwedî parlamentoya kurda ya hilbijartî û hikûmetek Kurdistanî ragihand ku ji aliyê derve ve hatbû naskirin. Welatên dagirker gelek zext li vê pêkhateya netewî kirbûn û ji bo tunekirina wê li hincetan digeriyan. Rejîma Îranê hebûna pêşmergeyan li Qendîlê ji bo dijberiya Başûrê Kurdistanê û pêkhateya wêya siyasî-neteweyî weke hincet bikar anîbû. Wê demê Qendîl di bin kontrola Partiya Demokrata Kurdistanêya rojhilat de bû. Serkirdeyên Partîya Demokrata Kurdistanê (HDK) mayînde û aramiya hikûmeta Herêma Kurdistanê û parastina pêkhateya siyasî-neteweyîya başûr ku bi salan bi têkoşîn, qurbanîdan û bexşandina xwînê hatiye bidestxistin bi erkek netewî dizanî û wusa difikirîn alîkarîkirina Başûrê Kurdistanê di qonaxa rizgariya netewî de erkek niştîmanî ye û sûd ji boy pirsigirêka kurd li her çar perçeyên Kurdistanê heye. Her li ser vê nêrîna neteweyî bû ku ji boy hinceta nedin destê rejêma Îranê ji Qendîlê derketin û piştre çalakiyên xweyên leşkerî li dijî rejîma Îranê rawestand. Bi vekişîna pêşmergeyan ji Qendîlê, PKK bi alîkarî û biryara rejîma Îranê li çiyayên Qendîlê bi cih bû.

Di heman demê de Îranê di nava rojhilatê Kurdistanê jî hemû derfet bi PKK’ê dan ku çalakiyan encam bide. Weke mînak rojnameyên fermîyên PKK-êyên wek “Wilat” li Rojhilat jî wek rojnameyên dewleta Îranê bi hêsanî peyda dibûn. Ev yek bû sedem ku hejmareke berçav ji ciwanên Rojhilatî ku PKK baş nas nedikirin û di wê baweryê de bûn ku ew ji bo rizgariya netewî şer dike, tevlî gerîllayên PKK’ê bibin. Lê piştî demekê PKK dît ku gerîlayên Rojhilat di nava partiyê de dibin hêzek ku piştî dîtina rûyê rastînê PKK rexne li wê digirtin û rexneyên wan bandor li gerîlayên din jî kir. Rêveberên PKK’ê gihîştin vê encamê ku bi tasfiyekirin û derxistinê bi tenê nikarin vê pirsgirêkê çareser bikin, lewma biryar dan ku gerîlayên Rojhilat ji yên din veqetînin û bi avakirina rêxistineke sexte û bi danîna çend kesan wek rêveberên wê rêxistinê ku di rastiyê de ti desthilatek di dest wan de nebû, serê xwe sivik bikin. Ji bo vê jî PJAK ava kirin. Eşkereye ku desthilata serekeya rêvebirina PJAKê hîn jî di destê Rêvebirên PKKê de bû. Rêvebirên PKK-ê kesên pêbawerên xwe ku ji Rojhilatê jî nebûn di giringtirîn berpirsyariyên PJAKê de wezîfedar kirbûn, bo mînak ti berpirsekî xalên gomirka yên li ser sînorê di nêvbera başûr û Rojhilatê Kurdistanê de ku PJAK têde bi cîh kirbû di destên gerîlayên Rojhilatê Kurdistanê de nebû. Piştre kesên ku weke serkirdatiya PJAK’ê hatibûn destnîşankirin pê hesiyan ku hatine xapandin û li bendê mana PKK ji bo encamdana pêngavên erînî ji boy Rojhilatê Kurdistanê bê sûde, ji PKKê cuda bûn. Wek mînak hemû endamên yekem gera mekteba siyasîya PJAK’ê ji PKK’ê cuda bûn û tevî ku piştre rêxistinek bi navê “Tifaqa Kurd” ava kirin jî, lê ji tirsa PKK’ê revîyane derve û heya niha di b dehan gotar û pirtûkan de bi zelalî bas li van sextekariyên PKKê kirine. Ew kurdên Rojhilat jî ku di nava PKKê de man û têkilîyên PKKêyên bi Îranê re rexne kirin gav bi gav hatin tesfiye kirin.

Sedemeke dina damezrandina PJAK’ê ji aliyê PKK’ê ve ji bo şerê desthilatdariyê di nava rêveberiya PKK’ê de vedgere. Beriya damezrandina PJAK’ê, Osman Ocalanê birayê xwediyê PKK’ê Evdila Ocalan, berpirsê gerîlayên Rojhilat bû. Bihêzbûna gerîllayên Rojhilat ji aliyê hejmar û kalîte ve pêgeha Osman Ocalan di nav PKKê de bihêztir kir û heta behsa wê yekê hat kirin ku piştî vegera Evdila bo Tirkiyê, Osman ê birayê wî dikare serokatiya PKKê bike. Kesên dinên di nava PKK’ê de ku çavê wan li desthilata sereke ya PKK’ê bû xwestin bi damezrandina PJAK’ê pêgeha Osman Ocalan di nava PKKê de lawaz bikin, a rast mirov dikare bibêje PJAK berhema nakokîyeke navxweyî ya di nava PKK’ê de bû.

Feydeyên damezrandina PJAKê ji bo rejîma Îranê

Guman di vê yekê de tuneye ku damezrandina PJAKê li gorî hevpeymaniya sitratejîk a di navbera PKK û Îranê de hatiye îmzekirin de bû. Ji bo îsbatkirina vê îdîayê ezê behsa çend rastiyan bikim. Dibe ku ez ne şaş bim eger bibêjim ku feydeya damezrandina PJAKê ji bo rejîma Îranê ji ya PKKê zêdetire. Feydeyên PKK’êyên di avakirina PJAK’ê de hemû taktîkî ne, lê Îranê di avakirina PJAK’ê de feydeyên sitratejîk bi dest xist. Çawa?

Piştî dûrketina pêşmergeyên Rojhilatê Kurdistanê ji navçeyên sînorî û rawestandina çalakiyên leşkerî yên di nava Rojhilatê Kurdistanê de, rejîm pê hesiya ku îradeya rizgarîxwazîyê li Rojhilatê Kurdistanê hê jî berdewame û nayê tepeserkirin. Ji ber vê yekê ew ditirsîya ku ev hest dibe ku rêxistinek dina netewî çêbike. Ev nîgeraniya Tehranê rast bû, ji ber ku partî û rêxistin berhema niyet û valahiya civakê ne û partî wek alavekî ne ji bo cîbcîkirina wan niyetan û dagirtina valahiyan. Ne dûr bû ku pengandina hestên neteweperestî li Rojhilat bibe sedema legerîna amûrek nû ji bo tijîkirina valahiya neteweyîya di navbera neteweyên serdest û yên bindest de. Li ser vê nêrînê, sitratejîdanerên Îranê gihîştin wê encamê ku li şûna tepeserkirina tevgera azadîxwazî ya Kurdan li Rojhilat, baştire ku vê tevgerê ji rêya wê ya rast dûr bixin û bikin destê rêxistinekî de ku hevsarê wê di destê rejîma Îranê de be. Bêy guman PKKe baştirîn bijardeya Îranê bû.

Ji aliyek din ve kiryarên terorîstîyên rejîma Îranê li seranserî cîhanê ji Arjantînê heta Vîyenê, Parîs, Berlînê û hwd, dengê civaka cîhanî blind kirbû. Îran wek banka terorîzma navneteweyî û ciyê terorîstan di hat baskirin. Rejîma Tehranê dixwest rêyekê bibîne ku ne tenê xwe ji berpirsatiya kiryarên xweyên terorîstî veşêre, belkî xwe jî wek yek ji qurbaniyên terorîzmê nîşan bide. Di vê navberê de, rejîma Tehranê bi berdewamî hewl da ku têkoşîna rizgarîxwaza gelê kurd û neteweyên dinên bindestên Îranê weke çalakiyên terorîstî nîşan bide. Helbet baştirîn bijarde bo stratejîya Rejîma Îslamîya Tehranê dîsa PKK bû. Her çiqas min jî weke her kurdekî pê nexweşe, lê ev rastîyeke ku PKK di nav civaka navneteweyî de xwediyê “Karakterekî Terorîst”e. Damezrandina PJAK’ê û çalakiyên wêyên eşkereyên li dijî Îranê, ji aliyekî dikaribû karekterek nedemokratîk û “terorîst” bide têkoşîna rizgariya Rojhilatê Kurdistanê û tepeserkirina tevgera rewaya netewîya kurd weke şerê terorê bi nav bike, ji aliyekî din ve dibû alavek ji boy rejêma Îranê ji boy ku xwe weke mezlûm nîşan bide û xwe weke dewleteka ku dije “terorê” şer dike berçav bike.

Bi kurtî em dikarin bigihin vê encamê ku biryara damezrandina PJAKê ne tenê ji bo xizmeta têkoşîna rizgariya Rojhilatê Kurdistanê nebû, belkî biryareke hevbeşa rejîma Îranê û PKK’ê bû. Ji ber ku bi saya damezrandina PJAK’ê PKK’ê hinek destkeftiyên taktîkîyên hizbî bi dest xistine û rejîma Îranê jî hinek destkeftiyên sitratejîk bi dest xistine.

Di beşa pêş de emê bernameya PKK/PJAK’êya Rojhilatê Kurdistanê binirxînin û wê li berisva vê pirsê bigerin ku gelo PKK dikare weke Rojava Kurdistanê pirsgirêka kurd li Rojhilatê Kurdistanê jî ber bi rêyeke nediyar û ne dirust de bibe û parêzvaniyê li berjewendiyên dagirkerên kurd bike?

Bi me re bin…

Pustên heman beş