Selahattin Demirtaş birin Amedê

Selahattin-Demirtaş-amed-hdp-diyarbakir

Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş şeva borî ji bo bi bavê xwe Tahîr Demîrtaş ê krîza dil derbas kiriye re hevdîtinê pêk bîne birine Amedê û piştî çend saetan dîsa vegeriya girtîgeha Edirneyê.

Koma Parêzaran a Bo Parastina Demirtaş ragihand ku bavê û dayîka Selahattîn Demîrtaş duh ji nişkave nexweş bûne û bo Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê hatin veguhestin.

Dayika Demirtaş, Sadiye Demîrtaş piştî çareseriya wê ew bo malê hate şandin, lê bavê Tahîr Demîrtaş hêj di beşa çavdêriya giran a kardiyolojiyê de tê dermankirin.

Selahattîn Demîrtaş ê li Girtîgeha Edîrneyê girtî ye, danê sibehê saet di 04:00 de di bin tedbîrên tund ên ewlehiyê de anîne Amedê.

Di daxuyaniya Koma Parêzaran a Bo Parastina Demirtaş de wiha tê gotin: “Muwekîlê me birêz Demîrtaş, ji ber nexweşiyên dayîk û bavê wî, şeva 12ê Mijdarê di çarçoveya yasayan de ji Girtîgeha Edîrneyê birine Amedê û piştî bavê xwe dîtiye dîsa birine Girtîgeha Edîrneyê.”

Demîrtaş ji 4ê Mijdara 2016an ve di çarçoveya “lêpirsînên terorê” de li girtîgeha Edineryê girtî ye.

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê di 18’ê Cotmeha 2018an de xwestibû Demîrtaş demildest bê berdan û çend caran daxwaza xwe dubare kir, lê belê Tirkiye li gorî wê biryarê tevnegeryaye.

Pustên heman beş