7 sal di ser rizgarkirina Şengalê ji DAIŞ’ê re derbas dibin

barzani-sinjar-2015-peshmarga

Piştî salekê dagîrkirina Şingalê û wêrankirina bajêr ji aliyê çekdarên DAIŞê ên terorist, Şingal roja 13ê Mijdara 2015an ji aliyê hêzên Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê ve bi serpereştiya Serok Mesûd Barzanî hat rizgarkirin.

Çekdarên DAIŞê roja 3ê Tebaxa 2014an êrîşî bajêrê Şingalê û derdora wê kirin. Nêzîkî 10 hezar Êzdî ku jin û zarok jî di nav de hebûn, ji aliyê teroristan ve yan hatin kuştin yan jî hatin revandin.

Operasyona azadkirina Şingalê roja 12ê Mijdara 2015an bi serpereştiya rasterast a Serok Mesûd Barzanî, beşdariya zêdetir ji 7 hezar û 500 Pêşmergeyan û piştgiriya hêzên hevpeymanan hatibû destpêkirin û roja 13ê Mijdarê jî Şingal bi temamî ket destê Pêşmergeyan.

Serok Barzanî roja 13ê Mijdarê li ser çiyayê Şingalê mizgîniya rizgarkirina Şingalê ragihand û got: “Ev rojek dîrokî ye û dastanek mezin li ser destê Pêşmergeyên qehremanan hat tomarkirin”.

Serok Barzanî di wê peyama xwe de got: “Ev serkeftin li gelê Kurdistanê û malbatên serbilin ên şehîdan û bi taybetî li xuşk û birayên me yên êzîdî pîroz be dikim. Ev destan bi xwîna hejmarek şehîdên Pêşmerge hat kirin. Ji Xwedê hêvî dikim ku cihê şehîdan buheşt be û birîndar zû baş bibin”.

barzani-sinjar-2015-peshmarga

Her wiha got: “Şingal pir girîng e ji ber ku ew bajêr bûye sembola mezlûmiyeta ku hatiye serê miletê kurd. Ev serkeftin nameyek bû bo dijminan ku, ew kesê nêzîkî çi bajarekî Kurdistanê bibe, dê bi awayekî mezin tole jê were hildan û kes hizir neke careke din zilmê li gelê Kurd bike”.

Ji dema êrîşa li ser Şingalê ve, desthilatdarên Herêma Kurdistanê di dest bi xebatên rizgarkirin û vegerandina Êzdiyên revandî kirine, Li gor amarên Nivîsgeha Rizgarkirina Revandiyên Êzidî, 6417 kes ji aliyê DAIŞê hatibûn revandin û heta niha 3554 kes hatine rizgarkirin.

Di sala 2019an de, Parlamentoya Kurdistanê komkujiya ku bi serê Êzdiyan de hatiye kirin wek jenosîd zanî û roja 3ê Tebaxê weke roja bîranîna vê karesata trajîk ragihand.

Di Cotmeha 2020ê de Hewlêr û Bexdayê di bin çavdêriya nûnerê Netewên Yekgirtî li Iraqê de rêkeftinek ji bo asayîkirina rewşa Şingalê îmze kirin, xalên girîng ên vê rêkeftinê jî, vekişîna hemû hêzên çekdar ên neyasayî ji Şingalê, dabînkirina aramî û ewlehiyê, avadankirin û vegerandina koçberan û destnîşankirina qeymeqamekî nû ye.

Ji ber hebûna  hêz û grûpên çekdar li Şingalê, çend aliyên siyasî jî baregehên wan hene û rewşa Şingalê heta niha asayî nebûye û ne aram e û xelkê wê yê koçber nikarin vegerin ser cih û warên xwe.

Piraniya koçberên Şingalê li parêzgeha Dihokê bi cih bûne, li gor amaran li parêzgeha Duhokê 15 kamp hene ku 150 hezar kes di wan kampan de dijîn.

Pustên heman beş