PKKê 3 kiç û Xortekî din yên Kurd dan kuştin

pkk-zarok-gerilla-kurdistan-murder-turkey-apo-ocalan

Rêxistina PKKê nasnameya 4 çekdarên xwe 3 jê keç ragihand ku 5 mehan berê di berxwedana xwe ya saxte de li Başûrê Kurdistanê dane kuştin û ji nû ve mirina wan îfşa kir.

HPGê baskê leşkerî yê PKKê duh roja yekşemî 13\11\2022 ê nasnameya 4 çekdarên xwe 3 jê keç eşkere kir ku li gulan û tebaxa îsalê li çiyayê Metînayê û devera Zapê yên Başûrê Kurdistanê ketine ber êrîşên dewleta Tirk û jiyana xwe ji dest da ne.

HPGê berê van ciwanan jî weke bi hezaran ciwanên din daye mirinê û paş derbasbûna 5 mehan li ser jiyan ji destdana wan, ji nû ve hatiye û dibêje me hevalên xwe wenda kirin.

Navên van çekdaran wisaye:

Bûşra Muhammed ji tirbespiyê.

Nur Hisên ji qamşloyê.

Burcu Durmuş ji mêrsînê.

Hasan Biter ji şirnexê.

Rêxistina PKKê her roj wêneyên komên keç û ciwanên Kurdan belav dike yên ku di salên berê de feda kirîn û paş derbasbûna demek dirêj ji nû ve mirina wan îlan dike, tê texmîn kirin bi hezaran ciwanên Kurd mabin ku hêjan PKKê nasnameya wan îfşa nekirbe.

Pustên heman beş