Almanya û Amerîka êrîşên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê şermezar kirin

Almanya û Amerîka êrîşên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê şermezar kirin

Her yek ji Almanya û Amerîka êrîşên Supaya Pasdarana Îranê li ser navçeyên Herêma Kurdistanê şermezar dikin û ji Tehranê daxwaz dikin rêzê li yekparçebûna ax û serweriya Îraqê bigre.

Îro Duşemê 14ê Mijdara 2022an, her yek ji Konsulxaneya Almanya û Konsulxaneya Giştîya Amerîkayê li Hewlêrê êrîşên Îranêyên ser baregehên Partiyên Rojhilatê Kurdistanêyên li Herêma Kurdistanê şermezar kirin û daxwaz jî kir ku demildest ew êrîş werin rawestandin.

Konsulxaneta Almanyaya li Hewlêrê li ser hesabê xweyê twitterê ragihand: “em êrîşa dubareya mûşekî û firokeyên bêfirokevanên Îranê li ser Herêma Kurdistanê şermezar dikin. Em ji Îranê daxwaz dikin, rêzê li yekparçebûna ax û serweriya Iraqê bigre, divê êrîş demildest werin rawestandin.”

Ji aliyê xwe ve Konsulxaneya Giştîya Amerîkayê li Hewlêrê daxuyanyek di vê derbarê de parve kir û têde ragihand, “Amerîka êrîşa mûşekî û bi Dirona îro li ser Herêma Kurdistanê bi tundî şermezar dike û daxwaz ji Îranê dike êrîşên xwe li ser cîran û xelkê Iraqê rawestîne.”

Herwiha ragehand: “Milê me li gel milê rêveberên hikûmeta Iraqêye li Bexda û Herêma Kurdistanê û em vê binpêkirina serweriya Iraqê şermezar dikin.”

Îro danê sibê 14ê Mijdarê baregehên Partiya Demokrata Kurdistana Îranê li Koye û baregehên Komeleya Zehmetkêşana Kurdistana Îranê li gundê Zirgiwêzê Silêmaniyê rastî êrîşan hatin. Li gorî zanyariyan heta niha 2 kes şehîd bûne û 8 kesên din jî birîndar bûne.

Pustên heman beş