Serokomarê Iraqê serdana Hewlêrê dike

Serokomarê Iraqê serdana Hewlêrê dike

 Biryare îro 15.11.2022yê Serokomarê Iraqê serdana Hewlêrê bike û li gel Serok Barzanî bicive û piştre jî derbasî Duhokê bibe.

Li gor zanyariyên BasNewsê îro, Serokomarê Iraqê Ebduletîf Reşîd dê serdana Hewlêrê bike û piştî pêşwazî kirina li balefirgeha navnetewî ya Hewlêrê dê derbasî Pîrmamê bibe û li gel Serok Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bicive.

Bendewarî hene ku di civînê de gotûbêj derbarê rewşa Iraqê û pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, hemahengî kirina ji bo cîhbicîh kirina rêkeftina taybet a derbarê pêkanîna kabîneya Mihemed Şiya Sûdanî bên kirin.

Herwaha li gor zanyariyên BasNewsê piştî serdana Hewlêrê, biryare serokomarê Iraqê serdana Duhokê jî bike, ku beşdarî Konferansa Zankoya Amerîkî li Duhokê bike. 

Pustên heman beş