Ocalan an Demirtaş?

Ocalan an Demirtaş?

Dezgehê lêkolînê Metropoll, li Tirkiye rapirsînek balkêş çêkir. Di rapirsîna vê carê di derbarê bandora Abdullah Ocalan û Selahattin Demirtaş li ser HDPê bû. Lê di rapirsînê de pirs ji dengderên partiyên Tirka hate pirsîn. Pirs ji dengderên, AK Partiyê, CHPê, IYI Parti, MHP, Partiya Sadetê û DEVA hate kirin.

Pirs bi vî awayî bû:

Gelo li ser dengdarên HDPê bandora Ocalan yan ya Demîrtaş bêhtire?

Di rapirsînê de ji %21.2,gotin Abdullah Ocalan û jî ji % 51,1 gotin Selahattîn Demîrtaş. Ji sedî 27,7 kesên ku beşdarî rapirsiyê bûn, gotin em nizanin.

Ji aliyek din heman pirs ji dengdarên HDPê bi xwe jî hate pirsîn.

Dengderên HDPê; ji % 22,1 dibêjin Ocalan û % 75.2 jî dibêjin Demirtaş.

Bêguman ev rapirsîneke ku, heta radeyekî encamên derêxistîn hole cihê gotubêjê ye. Lê Rastiyek heye ku li bakurê Kurdistanê piraniya aligirên HDPê bi awayek eşkere Selahattin Demirtaş ji Abdullah Ocalan behtir tercih dikin û bêhtir guh didin Demirtaş. Belkî helwesta Qendîl jî di vê derbarê rolek berbiçav dileyze. Taybetî dema hilbijartinên şaradariyan de ev yek eskere bû, vê yekê ve girêdayî alîgirên HDPê behtir pişgiriya Demirtaş dikin.

Lê  di van demê dawî de taybetî piştî hinek daxuyaniyên Demirtaş di derbarê siyaseta ku rêve dibir de guhertinek li dijê Demirtaş di nava HDPê de peyda bû. Gelek ji aligirên HDPê yên ku Kurd, dema Demirtaş gotî: “ Welatê me yê hevbeş Tirkiye ye, dewleta me Cumhuriyeta Tirkiye ye(T.C), emê demokrasiyê li ser riknê cimhuriyetê ava bikin…“ dilmaniyeka wan li himber Demirtaş çêbû.

Eve demek dirêje cardin Qendil ji bo Ocalan dest çalakiyên girsehî kiriye. Cardin bi germî “tecrît“ a Ocalan anine rojeve. Herweha herî dawî di bûyera Mersinê de, helwesta Demirtaş ji aliyê Qendil ve hate red kirin û Qendîl di derbarê helwesta Demirtaş de bertekek tund nîşanda û hate gotin ku;“ Balkêşe daxuyaniyên Demirtaş di media nêzikî CHPê de tên belav kirin, Demirtaş hewldide xwe bi CHPê şirîn bike. Demirtaş tu cara nebûye şoreşker, lê di nava şoreşgeran de maye..“ û gelek tiştên din tund hatin gotin.

Ev yek jî dide xûyakirin Qendil guhê Demirtaş kişand û ji wê rojê pêve Demirtaş demekî bê deng bû.

Niha tê zanîn ku, heyetên AK Partiyê bi awayek peryodîk li gel Ocalan hevdîtina dike û bi hevre li ser hilbijartina disekinin û hewldidin ku, planekî amade bikin, da ku dengên HDPê ber bi AK Partî ve herin. Li Tirkiye gelek gotubêj hene ku, dê HDP ber bi AK Partiyê ve yan CHPê ve here.?

Tişta ku dixuye di parlementoya Tirkiye de hevdîtina heyeta AK Partiyê û ya HDPê, bandorek li derdora siyasî kir. Piranî jî CHP û aliyên çepgîrên Tirk ji ve hevdîtinê aciz bûn. Lê awayek din xûyakir ku, kesek ji nawendên PKKê li dijî vê hevdîtinê derneketin û bê deng man. Ev bêdengî wek erêniyek ji aliyên AK Partî yê ve hate şirove kirin.

Rewşa PKKê ne wek cara ye û di qonaxekî de ber bi aloziyê ve diçe. Hêdî di nava HDPê û dezgehên ku girêdayî siyaseta PKKê tevdigerin de ev yek tê gotubêj kirin.

Lê ya girîng di nava PKKê û dezgeh û rêxistinên pêve girêdayî de hinek bi kurdeyatiya xwe bihesin û rastiya nasnama xwe ya netewî bibînin û bibin xwedî helwest…

ROJEVAKURD

Pustên heman beş