Gumanbarek li Sûriyeyê ji ber êrîşa Stanbulê hat binçavkirin

Gumanbarek li Sûriyeyê ji ber êrîşa Stanbulê hat binçavkirin

Hat ragihandin li bajarê Azezê yê Sûriyeyê kesekî ku tê îdiakirin têkildarî êrîşa bombeyî ya li Kolana Îstîklalê heye ji aliyê polîsan ve hatiye binçavkirin.

Li Azeza Sûriyeyê kesekî ku bi îdiaya alîkariya êrîşa bombeyî ya li Kolana Îstîklalê kiriye ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Hejmara kesên di lêpirsîna êrîşê de hatin binçavkirin derket 51an.

Li gor nûçeya DHAyê, Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Stenbolê diyar kir ku kesê bi kodnavê “Hûsam” ku tê îdiakirin ku têkiliya wî bi Ehlam Albeşîrê gumanbarê êrîşa bombeyî ya li Kolana Îstîklalê heye reviyaye Sûriyeyê.

Hûsam ê ku tê îdiakirin ku alîkariya rêxistinkirina êrîşê kiriye, di operasyona ku ekîbên polîsên li Sûriyeyê dixebitin li Azezê hat binçavkirin. Hejmara kesên ku têkildarî êrîşê hatin binçavkirin derket 51’an.

Pustên heman beş