Piştî Kongreya 14 mîn a PDKê

PDK-Kongre-Serok-Barzani-2
  • Bedirxan Koçgiri

Kongreya 14 mîn a PDKê di destpêka meha Mijdarê de hat lidarxistin. Di 12ê Mijdarê de endamên Polîtburoyê hatin hilbijartin û bi vî awayî piştî kongreyê sîstem temam bû. Kongre gaveke girîng bû, ji ber ku xeta siyasî û pergala rêxistinî ya di kongreyê de hat diyarkirin wê ji bo her çar parçeyên Kurdistanê û Rojhilata Navîn be.

Ne Hilbijartina rêveberiyê, xeta siyasî esase

Qûnaxa amadekariya Kongreyê bi baldariyeke mezin hat meşandin. Pêvajoya kongreyê jî bi serê xwe serkeftî bû. Derdorên dijberê PDKê jî nikarin tiştekî ji kongreyê re bibêjin.

Hin derdorên navdar bi polemîkên sade yên wekî “kî hat hilbijartin, kî nehat hilbijartin û çima hat hilbijartin” hewl didin kongreya PDKê bêwate bikin. Di nav wan de yên sereke dewletên eniya Dije-Kurdistanî û nûnerên wan partiyên wek YNK û PKK bûn.

Lê mixabin di hinek derdorên nêzî PDKê de bi niyeta baş jî bît hilbijartin kirin rojevê xwe de. Ev jî helwesteke apolîtîke, xelet e. Divê eşkere bê gotin bê gûman encamên hilbijartinê nikare her kesî mamnûn bike. Ewê hinek nîgeranbin ku ne hatî hilbijartin an jî kesên ku wî dixwest nehatin hilbijartin. Hilbijartin bi awayekî zelal hat kirin ku tu gumanan çênebe.

Divê neyê ji bîr kirin ku erka kongreyan ne rêzgirtina şexsane. Erka kongreyan ew e ku li gorî paradîgmaya xet û rêbaza siyasî zelal bibe. Berpirsiyariya rêveberiya nû ye ku van kesên nîgeran bûyî aş bike. Lê ev babetekî talî ye.

Kongreya PDKê ne tenê Başûrê Kurdistanê, tevahiya têkoşîna Kurdan eleqedar dike

Ji ber ku rastiya siyaseta PDKê ne eşîrek, ne komek û ne jî tenê Başûrê Kurdistanê eleqedar dike. PDKe yek ji sêgoşeya sereke ya dîroka têkoşîna Kurdane. Herwiha PDKe partiyeke ku di hevsengiyên siyasî yên Rojhilata Navîn û Kurdistanê de xwedî cihekî dîyare. Rewşa nav partî, siyaset û heta krîzên partiyeke din wek YNKê tenê dikare bandorê li Silêmaniyê bike. Lê hevsengiya navxweyî, siyaset û krîzên PDKê bandorê li hemû Kurdan dike. Lewma ev kongre dê ne tenê li ser rewşa Herêma Kurdistanê, wê bandorê li rewşa hemû parçeyên din jî bike. Divê rastiya Kongreya 14 mîn a PDKê bi vê perspektîfê were mêzekirin.

Barzanî paradîgma ye

Di kongreya 14 mîn a PDKê de, hem ji aliyê Serok Barzanî ve û hem jî di gotûbêjên kongreyê de, rastiyek hebû. Peyva Barzanî ne têgeheke herêmî ye, xeteke bi aliyên siyasî, civakî, îdarî, yasayî û manewî ye. Gotina Serok Barzanî ya “Tenê bi cemedaniya sor hûn nikarin bibin Barzanî, Barzanî dibistane” vê rastiyê pir eşkere tîne ziman.

Ya ku em jê re dibêjin kongreya PDKê di eslê xwe de kongreya “Rêbaza Barzanî” ye ku bi Kurdî baştir tê îfadekirin. Rêbaza Barzanî paradîgmayeke. Paradîgma çi ye? Paradîgma bergehe, nirx, bîr, bawerî ji aliyê nêrînekê ve pêk tê. Bi gotineke din, ew çavê ku em pê li jiyanê dinêrin. Ji ber vê yekê Barzanîzm rêyeke têgihîştin û jiyanê ye.

Barzanîzm: Ji Konfederasyona Eşîran heta dewlet bûnê

Bi Şêx Abdulselam re Barzanî ji malbatekê derket û bû konfederasyona eşîran. Di sedsala 20an de Rêbaza Barzanî bû partiyek û bi tevlêbûna êl, kesayet, eşîret û partiyên din ên Kurdistanê berfireh bû. Di dawiya sedsala 20an de Rêbaza Barzanî xeleka windabûna Kurdan şikand û li Herêma Kurdistanê sîstemek berbi dewletbûnê ava kir. Hêza ku bûye pêşengê hebûna Herêma Kurdistanê PDKe ye. PDK niha nîvdewlet e.

Vê statoya nîvdewletî ya PDKê bandoreke mezin li hemû parçeyên Kurdistanê û rewabûna Kurdan a navneteweyî kir. Em dikarin bibêjin ku PDKê şikestinek mezin di nîzama Dije-Kurdistanî ya sedsala 20 an de çêkir. PDKê fermana Dije-Kurd hejand û Kurd ber bi sîstemekî Moder-Navdewletî bir.

Xeta ku Şêx Abdulselam di dawîya sedsala 19 û destpêka sedsala 20 de ew rêbaza di dergahekî derwêşan de çêkirî îro bûye sîstemekî civakî. Di warê jîyana dadwerî û sirûştî de Xwedan (Şêx Ehmed) reformên mezin çêkirin û ew têgeh weke rêbaza azadîxwazîya netewî û civakî li şexsê PDKê de sazbû.

Rexneyên Serok Barzanî

Nedîtina van pîvanên paradîgmaya Barzanî nenasîna dîroka Kurdistanê ye. Gelek derdor bi zanebûn vê yekê dikin û hewl didin Barzantiyê weke malbat nîşan bidin. Serok Barzanî eşkere kir ku di kongreyê de xeta Barzanî ya rastî çi ye. Serok Barzanî di axaftina xwe ya bidawî kirina kongreyê de got: “Birayên min, rêya mezin û pîroz a Barzanî li gorî nifşa niha nenirxînin”.

Ev rexne ne tenê li malbatê lê li hemû xebatkar û alîgirên PDKê tê kirin. Divê her kes xwe, helwesta xwe ji nûve binirxîne û li gorî prensîbên xeta Barzanî tevbigere. Vê kongreyê nûkirin, perwerdekirin û rastkirina xwe ji bo karmendên PDKê kiriye pêwîstiyek.

Ev xala ku ji aliyê Serok Barzanî ve hatiye destnîşankirin, divê hemû rewşenbîr, nivîskar û siyasetmedarên PDKê ji xwe re esas bigirin. Yên ku hewl didin xeta Barzanî têxin nava reftarên hinek kesan, divê li dijî wan şer bê kirin.

Li gorî xeta kongreyê biryar hatin girtin

Kongreya 14 an nîşan dide ku Paradîgmaya Barzanî sê sedsal dîtine. Niha karê sereke ew e ku di sedsala sêyemîn de, yanî di sedsala 21 an de, xeta Barzanî wê çawa piratîze bibe.

Sê duruşmeya Kongreyê ya “Azadî, Demokrasî û Dadperwerî” bi rastî jî diyar kir ku dê çawa jiyanî bibe.

Azadî, Demokrasî û Edalet; Ji bo Kurdistanê, ji bo hemû pêkhateyên etnîkî, olî û civakî yên li Kurdistanê dijîn û ji bo welatiyan e.

Di biryarên kongreyê de yek ji xalên herî girîng jî biryara “Piştgiriya têkoşîna li parçeyên din ên Kurdistanê” ye. PDKê ji destpêkê ve li ser vê mijarê helwesteke hevgirtî û hestiyar nîşan daye. Her tim bi parçeyên din ên Kurdistanê re hatiye girêdan û bi wan re hatiye parvekirin. Ji bo kongreyê giringîdana vê mijarê pir pêdvî bû.

Kongreyê her wiha diyar kir ku ew ê di çareseriya pirsgirêka Kurd de siyaseteke herêmî û navneteweyî bimeşînin. Her wiha li ser mijarên wekî “zêdekirina nûneratiyên Herêma Kurdistanê di saziyên navneteweyî de” jî biryarên berbiçav hatine girtin.

Helwesta kongreyê, axaftinên Serok Barzanî wek dezgeha sereke ya siyasetê û biryaran nîşan dide ku: Xeta “destxistina mafê çarenûsî û xwebirêvebirina Kurdan” di Referandûma PDKê de berdewame. Ev tê wê wateyê ku PDKe hêviya Kurdan a ji kaosa Rojhilata Navîn bi ”dewleta xwe ya serbixwe” derkeve.

Nekarîn PDKê tune bikin

Xeta partiyê ya ku di nava sê sedsalan de ava bûye, ji sala 2004 an û vir ve ji bo Kurdan herêmeke xweser, rastî êrîşeke mezin hatiye. Dewletên kolonyalîst, rêxistinên taşeron û xiyanetkarên navxweyî êrîş kirin ser vê desthilata Kurdistanî û hê jî dikin.

Pêvajoya bi navê Bihara Erebî ku di sala 2011 an de dest pê kir, gelek kes, dewlet û pêkhate ji holê rakirin. Derdora ku em jê re dibêjin Eniya Dije-Kurdistanî, PDKe xiste lîsteya hêzên ku werin tunekirin de. Eger îro PDKe li qada şer a Rojhilata Navîn kongreyekê li dar dixe, tevî hemû dorpêça li ser ev tê wê wateyê ku nekarîn PDKê têk bibin.

Hêviyên fitne û parçebûna siyasî jî vala bû

Li gel bi dehan derew, buxtan û komployên kesên ku dixwestin PDKe biqede û navmala partîyê de agirê fitne gûr bibe. Ev derdor bi salan li benda nakokiya nifşa ciwan a siyasî bûn. Di vî warî de gelek caran navên Nêçîrvan û Mesrûr Barzanî dihatin gotin. Lê kongre yê ev hêvîyîn neyaran jî pûç kirin.

Di kongreya 14 mîn de herduyan jî li gorî formula Serok Barzanî fermoyî di encamê de 1+1=1. Belê, ev yekîtî hem dildarî û hem jî pêwîstîyek e. Ji ber ku ev rewşa yekbûyîn û parastina hevsengiya navxweyî dê pêşeroja Kurdan diyar bike.

Di encamê da:

Kongreya PDKê bi serkeftî dawî bû. Êdî dema xwebat û tekoşînek bêwestyan ne. Rêxistinên herêmî yên PDKê, di gel rêveberên herêmî, hemû kadroyên xeta Barzanî yên hilbijartî û nehilbijartî, ne li gorî berjewendiyên xwe yên takekesî wê li gorî pêwîstiya xeta Rêbaza Barzanî tevbigerin.

 

  • Ev nivîs derbirînê ji nerîna nivîskarî dide

Pustên heman beş