PKKê berpirsekî xwe yê Silêmaniyê bi gomana pêywendîya bi MITê re dûrêxist

Cemîl-Rehmano-info

Rêxistina PKKê nûnerê Rêveberîya Xweser li parêzgeha Silêmaniyê yê bi navê Cemîl Rehmano ji erka wî dûrxist ku goman li sere pêwendîya wî îstixbarata dewleta Tirkiyê re hebe.

Çavkaniyên taybet yên pêgeha Darka Mazî eşkere kirin, rêxistina PKKê li vê dawiyê nûnerê Rêveberîya Xweser ya Rojava Kurdistanê li parêzgeha Silêmaniyê yê bi navê Cemîl Rehmano ji erka wî dûr xistîye paş ku goman li ser hatine tespît kirin ku têklîyên wî bi îstixbarata dewleta Tirkiyê re hebe.

Çavkaniyên Darka Mazî destnîşan kirine ku paş ku herdu kadroyên PKKê yê bi navê Zîlan û Ferhat Dêrk li naverasta meha 10 ya îsal 2022ê li parêzgeha Silêmaniyê ji hêla balafirên keşfê yên dewleta Tirkiyê ve hatine hedef girtin, rêxistina PKKê niha gomanê ji Cemîl Rehmano dibe ku wî ew herdu kadroyên PKKê ixbar kirbin.

Çavkaniyên Darka Mazî her wiha eşkere kirin, Cemîl Rehmano paş ku ev goman li ser hatine tespît kirin, bi fermana Ehmed Denîz birêvbirê pêwendiyên giştî yên dîplomatîk yên Rojava Kurdistanê ji wê erkê hatiye dûrxistin.

Pustên heman beş