Ebdî: Eger şer derkeve, her kes dê bandorê ji encamên wî şerî bibîne

Mezlûm Ebdî-2022

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî radigihîne, “Em hemû hewlên xwe didin ku karesateke mezin çênebe, lê eger şer derkeve, her kes dê bandorê ji encamên wî şerî bibîne”.

Firokeyên şer ên Tirkiyê derenga şeva borî gelek dever li Rojava û Başûrê Kurdistanê bombebaran kirin û Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê di daxuyaniyekê de diyar kir, wan ji bo parastina sînorê xwe, dest bi operasyonekê bi navê “Pençe – Şûr” kirine.

Di vê derbarê de Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî li Twittera xwe nivîsî: “Bombebarankirina herêmên me yên ewle, hemû navçeyê dixe metirsiyê. Ev bombebaran ne di berjewendiya ti aliyekî de ye.

Mezlûm Ebdî da zanîn: “Em hemû hewlên xwe didin ku karesateke mezin çênebe, lê eger şer derkeve, her kes dê bandorê ji encamên wî şerî bibîne. Êrîş dê tenê li herêmên me yên ku niha di bin bombebarana dijminane û hovane de ne, nemînin”.

Her wiha Fermandarê Giştî yê HSDê bang li malbatan xwe kir ku li malên xwe bimînin û li gorî rênimayên hêzên ewlehiyê tevbigerin.

Ji aliyê xwe ve, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) ragihand, artêşa Tirkiyê 25 caran êrîşî çeperên Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) û artêşa Sûrîyê li parêzgehên Hesekê, Reqa û Helebê kirine.

Diyar kir jî, çeperên HSDê li Kobanê, Derikê, Derbêsiyê, Zirgan û Tel Rifatê û çend çeperên artêşa Sûriyê li parêzgeha Heleb, Heseke û Reqayê hatin armanckirin.

Li gorî zanyariyên Rewangehê, di encama van êrîşan de 6 şervanên HSDê û 6 leşkerên artêşa Sûriyê hatine kuştin û 14 jî birîndar bûne.

Pustên heman beş