Derewînên Yekîtîyê !

Derewînên Yekîtîyê !

Suleyman Akkoyun…

Gelek kes û sazî her tim li ser “Yekîtiya Kurdan” nîqaşan dikin. Ev kes bi giştî ew kes in ku nikarin li dijî xiyaneta PKK ê derkevin û bi awayekî nerasterast hewl didin PKK ê pak bikin. Hinek kes jî ji ber niyeta xwe ya baş tevlî vî karwanî dibin, lê ew wê pirsê nakin ka Yekîtî çi ye û li ser çi bingehê pêk dihêt.

Ger hûn jidil û durist bin, ji bo yekitiya kurdan şertên mecbûrî li ser her kesî ferz bikin;

1-Yekitiya Kurdan yekîtiyeke netewî ye û di navbera Kurdên xwedî daxwazeke netewî de pêk tê. Beriya ku bi rêxistinên wek PKK ê re yekîtiyê bipejirînin,  PKK bikêjin ser xeta neteweyî ku mafên neteweyî daxwaz bikin.

Bila dev ji projeyên xayîntî ên weke Kanton/Rêveberiya Xweser berdin ev talebî yekitiya Kurdistanê ji hev diqetîne. Bila PKK bêje “Mafê Kurdan e ku bibin dewlet û em ji bo vî mafî têdikoşin” Bi kêmanî despêkê bila saziyên ku taybetmendîyên neteweyî hayî wekî Federasyonê biparêze…

2- Yekitiya Kurdan bi armancek hevpar û sembolên hevpar gengaz e. Rêxistinên bê Ala Hevbeş, nikarin bibin hêzeke netewî û nikarin yekîtiyeke netewî ava bikin. Rêxistineke ku li tu welatekî cîhanê ala xwe nas neke, heta îro weke hêzeke netewî nehatiye pênasekirin. Di nav rêxistin û partiyên kurdan de tenê PKK ye ku Ala Rinkin nas nake û her wiha bi eşkere dijminatiya ala dike. Heger hûn samîmî bin, pêşî PKK bila Ala Rengîn weke Ala Neteweyî qebûl bike û pêşî bila ew bibe kurd. PKK bêyî avêtina van gavên hêsan tu carî wê nikaribe şert û mercên Kurdbûna bisapîne. Parastina Yekitiya Neteweyî û bi rêxistineke ku şertê herî bingehîn û mecbûrî yê kurdbûna xwe jî qebûl neke, bi awayekî eşkere zirarê dide Kurdistanê û kurdan dikişîne ser xetên din ên ku bi kurdayetiyê ve çi eleqedarî neyî. Ev israra Yekîtiyê bê wateye. bi rêya PKK ê hemû Kurdan mehkûmî komên çep ên dewletên serwer dike; mînak rewşa HDP ê.

3- Ji bo ku têgihiştinên cuda bigihêje armanceke hevpar û li dora vê armancê yekîtiyê pêk bînin pêwîstî bi têgihiştineke piralî û demokratîk heye. Me di bêhejmar tecrubeyên xwe de dît ku bi PKK ê re ku ji bilî xwe mafê jiyanê nade tu rêxistinekî Kurdistanî û nêzîkatiya xwe ya partîperest li ser her kesî ferz dike re tifaqek neteweyî çênabe. PKK dema ku dikeve  astengîya û pêwîstiya xwe bi Kurdan çêdibe, behsa yekîtiyê dike. Piştî ku digihêje armanca xwe, her kesî wekî “xayîn” îlan dike û feraseta partîperest û faşîst pêk tîne. PKK ya ku li Bakurê Kurdistanê bêhejmar mînakên vê yekê nîşan daye, niha jî heman zihniyeta serokprest û faşîst li ser Başûrê rojavayê Kurdistanê (Rojava) farz dike.

4- Ji bo ku em behsa yekitiya nav mala Kurdan bikin, pêwîst e ku medya ji xeta bêexlaqiyê were paqijkirin. Bêexlaqî êrîşî nirxên Kurd û Kurdistanî dike. Di rêza pêşî ya van nirxan de; Ala Kurdistanê, mafê dewletbûna gele Kurd û Hêza Parastina Neteweyî Pêşmerge hene. Çapemeniya PKK ê bênavber weke faşîstan êrîşî van her sê nirxan gel û neteweyî dike. Ew ên ku nikarin li hember van derew û bêexlaqîya PKK ê dengê xwe dernexin, li hember bertekên mafdar ên me yên ku nirxên Kurdistanê diparêzin, êriş dikin. 

Têgihiştina ku êrîşî mafê “dewletbûnê” dike û wê wek kevneperestî dibîne, tegeha kolonyalîstan e. Eger yên vê têgehê tînin ziman “Kurd” bin, navê wan xwefiroş û jahş in…

Yê ku li Kurdistanê hêzeke leşkerî bidomîne û li dijî dewletbûna Kurdan derkeve, ew hêz hêzekî çete ye.

Yên ku êrişî Ala rengîn dikin û yên ku wê qebûl nakin, dijminên Kurd/Kurdistanê ne.

Ji ber ku PKK ê ev hemû neyînî kirine, em tenê sifatên wan rast terîf dikin, bikar tînin. Ev rastî gotin ne heqaret û rexneyekî neheq e. Her çiqas her kes vê rastiyê dizane jî di bin navê “çêkerî yê” de tirsonektiya xwe vedişêre û bi eşkere şelaqî yê bo PKK ê dike…

Yên ku êrîşî nirxên netewî dikin, nikarin bibin hêzeke netewî; hêzeke ne netewî re yekîtîya neteweyî çênabe…

Hemû sifatên nebaş li dijî kesên ku êrîşî nirxên neteweyî dikin re nayê wateya heqaretê. Ji ber ku dijayetiya mafê dewletbûna kurdan bêaqiliya û xwe firojtina herî mezin e.

Rexnekirina li wan tu carî wek heqaret nayê dîtin, ji ber ku yên bêexlaq û yên ku hatine firotin tu namûsa wan nîne û nabe jî…

Têbînî: Gotar nêrînên nivîskaran pêşkêş dikin. Grûpa medya a Darka Mazî girê nade.

Pustên heman beş