PYDe wêneyên Apo bi darê zorê têxe destê şêniyên Rojava de

pyd-rojava-pkk-apo-ocalan

Partiya Yekêtîya Demokratîk PYDê, ji duh ve bi darê zorê dikanên li bajarokê Dêrkê û Girkê lekê yên Rojava Kurdistanê daxistine ji bo ku xwediyên wan tevlî xwepêşandanan bibin.

Ji duh roja duşemî ve, PYDe baskê PKKê yê Rojava Kurdistanê, bi darê zorê welatiyên bajarên Dêrkê û Girkê lekê yên Rojava welat ji mal û dikanên wan kêşê kolanan dike, ji bo ku tevlî xwepêşandanên PKKê yên bi nav li dijî dagîrkerîya Tirkiyê bibin.

Hêzên PYDê her wiha bi darê zorê dikanên bazar jî daxistine û xwediyên wan li bin gef û zextan birine xwepêşandanan û wêneyên Apo xistine di destê wan de.

Çavkaniyên Rojava Kurdistanê eşkere kirine ku rêveberîya PYDê daxwaz ji karmendên sivîl, leşkerî û şaredariyê jî kirine ku beşdarî xwepêşandanan bibin.

PYDe her roj bi darê zorê xwepêşandanên bi nav li dijî dagîrkeriyê bi şêniyên yêk ji bajarên Rojava Kurdistanê dide encam dayîn, di xwepêşandanan de, wêneyên Apo tên bilind kirin û siloganên PKKê tên avêtin, ev yêk dibe sedem ku dewleta Tirk pêtir êrîşan li ser Rojava Kurdistanê dijwar bike.

Pustên heman beş