Kî derfetê dide Tirkiye ku êrîşa rojavayê Kurdistanê dike!

Kî derfetê dide Tirkiye ku êrîşa rojavayê Kurdistanê dike!

Hinek bûyerên ku bandorê li ser çarenûsa miletekî dikin, her demî li gora zimanê medyayê û daxûyaiyên li himber çapemeniyê têne dayîn nayên şirovekirin. Ji ber ku leyiztaka mezin di piş perdê de ye û li hevhatinên nehînî rola xwe ya çarenûsî dileyzin.

Tirkiye her demî bi awayek eşkere dibêje ku, eger êrîşek li ser sinorê me bê kirin û ev yek ewlehiya me tehdît bike emê bersivê bidin. Her bi vê hêcetê Tirkiye hinek herêm li rojavayê Kurdistanê û bakurê Suriye vegirtine û bandora xwe li van deveran pejirandiye. Vêca mirov çi navî li vê kiryara Tirkiye bike gelek ne girîng e. Tirkiye PKKê dike hêcet û êrîşan dibe rojavayê Kurdistanê, zererek mezin dide sivîlan û deverên ku dikeviyê dagir dike. Lê cardin “Xweseriya “ li rojavayê Kurdistanê û hinek deverên Suriye heyî vê yekê inkar dikin. Navê wan çibe, ew PKK bi xwe ye. Biryarên PYDê, YPG û hemû rêxistinên wan ve girêdayî ji Qendil têne standin. Di encam de Tirkiye gelek cara operasyon li dijê berpirsên PKKê li deverê kirine û ew kes berpirsin û tevgera PKKê li rojava rêve dibin.

Amerika tu cara vekirî û eşkere li dijê êrîşên Tirkiye li rojavayê Kurdistanê nesekiniye. Gelo operasyona Tirkiye ya li serê Kaniyê û Girê Spî ne bi hemahengiya Amerikayê çêbû? Lê li wan deveran kesekî nekarî li himber Arteşa Tirkiye û Milisên çekdarên Suriye ku Tirkiye pişgiriya wan dike parestina xaka xwe bike. Bi slogana siyaset nayê kirin.Tirkiye  li Efrinê, Serê Kaniyê, Girê Spî û hemû deverên ku dagir kirî cih bûye, xaniya ava dike, û reveberiya xwe li van ciha çêdike û li wan devera dimîne.

Amerika dibêje: “ Tirkiye bi taybet ji başûrê xwe ji ber gefên  rewa yên terorê bi gilî ye. Ji mafê wan e ku xwe û welatiyên xwe biparêzin.“ Lê ji aliyek din dibêjin em ji bo êrîşên Tirkiye li ser bakurê Suriye nîgaranin. Gelek balkêşe, dema dewreyek perwerdebêna Yekiniyên Dij Terora PKKê li devera Hesîça dawî bû, efserek Amerikî derket bi Kurdî axivî û ew pîroz û xelat kirin. Lê piştî du roja Tirkiye bi balafiran heman dever bombebaran kir.Derdê Amerikayê ewe ku, naxwaze eniya li dijê DAÎŞê aloz bibe. Lê wek din li rojava derdê wan ne Kurdin û ne Kurdistanê. Îro di serokatiya Amerikayê de, yê şerê DAÎŞê dike hêza HSDê ye.

Helwesta Rusya vekiriye û eger hinek helwestên Tirkiye ne bi dilê wanbe jî ew ji ber rejima Suriye, ne ji ber PKKê ye. Berdevkê Kremlîn Petrov dibêje:  “Em fikarên Tirkiye yên li ser ewlehiya xwe fêm dikin û rêzê lê digirin. Em bang li hemû aliyan dikin ku xwe ji gavên ku dikarin rewşê bi awayekî cidî bêîstiqrar bikin, dûr bixin. Ev yek dikare rewşa ewlehiyê aloztir bike.” Siyaseta van herdu welatên ku li Suriye û rojavayê Kurdistanê bi bandorin kifşe û tenê berjewendiyên xwe difikirin.

Berjewendiya Amerika û HSDê ne li ser pirsa Kurd digihê hev, li ser pirsa DAÎŞê ye. Rusya dixwaze HSDê û hemû heyîne PKKê li Suriye berbi rejimê ve bibe û gelek cara ev yek kiriye û HSDê gelek dever radestî rejimê kiriye. Ihtimala ku sibehî HSD bibe beşek ji hêza rejimê ne dûr e û ev daxwaza esas ya Rusyaye.

Piştî teqîna Stanbulê ya Taksîmê, Tirkiye vekirî da xûyakirin ku dê bersivekî bide, ev leyiztikek Tirkiyebe û yan jî ji bo êrîşê bingehekî avadike, hemû mimkinin. Lê siyaseta PKKê li rojavayî Kurdistanê sedema bingehin a êrîşên Tirkiye ne, û gerek van hêceta nedin destê Tirkiye. Piştî operasyona Tirkiye, armanca êrîşa Gilgamêşa Dilokê û hinek deverê sinorî û Kilîsê çibû? Gelo ev bersiveka êrîşên Tirkiyebû? Yan ji bo Tirkiye armancên xwe behtir bi cih bike zemînek bû? Bersiva vê pirsê vekirî bê dayîn, dê armanca PKKê li rojavayê Kurdistanê jî vekirî derkeve holê.

Rewşa başûrê Kurdistanê jî heta radeyekî ji bo siyaseta PKKê di nava metirsiyekî de ye. Gerek ev baş bê ditin. Berê xwe bidinê, niha jî Îran êrîşê baregehên partiyên Kurdistana rojhilat li başûrê Kurdistanê dike. Di vê derbarê de çi tedbir têne standin?

Îro destkeftiya herî mezin û yekane başûrê Kurdistanê ye. Divê ev yek bê zanîn û ev destkeftî nebe qurbana hinek daxwaziyên rêxistinî û di vê pirsê de gerek bi kûrahî bê têgihandin û ev dever werê parastin. Pêwistiya bingehîn ewe ku, siyaset li başûrê Kurdistanê li ser esasê parastina vê xakê bê dizayn kirin.

ROJEVAKURD

Pustên heman beş