Artêşa Tirkiyê çeperên HSDê li Dêrikê topbaran dike

turkey-qsd-ypg-hsd-derik-rojava

Artêşa Tirkiyê çeperên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) yên li gundên Dêrika Rojavayê Kurdistanê topbaran kirin.

Artêşa tirkiyê, îro roja şemî 26/11/2022,çeperên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên li gundên Zihêrî û Xerab Reşkê yên ser bi Dêrika ve topbaran kirin, heta niha ziyanên canî yên vê êrîşê nehatina zanîn.

Ev çend roj in artêşa Tirkiyê deverên cuda ên Rojavayê Kurdistanê û çeperên HSD û YPGê li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û rojhilatê Sûriyê dike armanc û di encamê de hejmarek welatiyên sivîl bûne qurbanî.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî jî îro di konferanseke rojnamevanî ya online de got: “Tirkiyê hêz li ser sînorê Kobanê cîgir kiriye û dixwaze êrîş bike”.

Ebdî li ser helwesta civaka navdelwetî û bi taybetî jî helwesta Amerîkayê li hember gefên Tirkiyê got: “Amerîka û Îran li dijî operasyona Tirkiyê ne. Niha Amerîka ji bo rawestandina operasyonan ligel Tirkiyê di gotûbêjan de ye”.

Pustên heman beş