Tirkiyê û PKKê amarên şer raghandin

pkk-vs-turkey-army-gerila-

Wezareta bergiriyê ya Tirkiyê, îro ragihand ku di êrîşên wan yên herî dawî de, 22 çekdarên PKKê û YPGê li Rojava û Başûrê Kurdistanê hatine armanc girtin.

Wezareta bergiriyê ya Tirkiyê, îro roja yekşemî 27/11/2022 bîlançoya şer ragihand û eşkere kir, 22 çekdarên PKKê û YPGê hatine armanc girtin, 10 li Başûrê Kurdistanê û 12 li Rojava Kurdistanê.

Ji hêla xwe ve rêxistina PKKê duh roja şemî 26/11/2022 di medyaya xwe de eşker kirbû ku Gêrîlayên wan 17 dagîrker ceza kirine.

Her yêk ji rêxistina PKKê û dewleta Tirk her li navbera çend rojan bîlançoya şer radgihînin, her yêk dibêje me ewqas kuştine, lê belê herdu alî rast nabêjin û vê weke şerekî taybet li dijî hev dimeşînin û yê ku zirara rastîn a vî şerî dide, gelê Başûrê Kurdistanê ye.

Pustên heman beş