Amerîka pêşinyar kir HSDe 30 km ji sînorê Tirkiyê dûr bikeve

akar-us-rojava

Amerîka ji bo rawestandina operasyoneke nû ya Tirkiyê li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê, pêşniyara vekişandina HSDê ji herêmên nêzîkî sînorê bi Tirkiyê re kiriye.

Artêşa Tirkiyê ji roja 20ê Mijdara 2022an ve dest bi êrîşeke asmanî li ser Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê kiriye û deverên cuda ên Rojavayê Kurdistanê û çeperên HSD û YPGê dike armanc. Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan jî roja Çarşema borî 23ê Mijdarê got: “Operasyonên em yên bi firoke, top û dronan, tenê destpêk e. Em ê êrîşên bejayî jî bikin”.

Di vê derbarê de Rojnameya “Hurriyet” a Tirkî ji ser zarê jêderekî ragihand, Amerîka ji bo rawestandina êrîşên Tirkiyê yên li bakurê Sûriyê, pêşniyarek pêşkêşî Tirkiyê kiriye.

Li gorî hatiye belavkirin, Amerîkayê pêşniyar kiriye ku li hember Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) 30 kîlometreyan ji sînorê bi Tirkiyê re dûr bikeve, Tirkiye operasyona xwe li ser Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê rawestîne.

Li gorî wê rojnameyê, Balyozê Amerîka li Enqerê Jeff Flake ev pêşniyar di hevdîtina bi Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar re kiriye, bêyî ku ti hûrgiliyên din bide.

Her di vê derbarê de, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî duhî di konferanseke rojnamevanî ya online de derbarê helwesta Amerîka ya li hember gefên Tirkiyê de gotibû: “Amerîka û Îran li dijî operasyona Tirkiyê ne. Niha Amerîka ji bo rawestandina operasyonan ligel Tirkiyê di gotûbêjan de ye”.

Li gorî hin raportên medyayî, berî çend rojan civînek li firokxaneya Qamişlo di navbera hêzên Rûsî û berpirsên HSDê hate kirin û aliyê Rûsî pêşniyar kiribû ku HSDê 30 km ji sînorê bi Tirkiyê ve dûr bikeve, lê aliyê HSDê ev pêşniyar red kiribû.

Pustên heman beş