Memet Mêrdînî
44 sal bi ser damezrandina PKK’ê weke partî derbas dibin, di van 44 salan de tekoşîna sereke ya PKK’ê ev bû ku wusa bi kurdan bide fêm kirin ew ji boy azadkirina kurdistanê ji destê dewletên dagirker hatiye damezrandin û tekoşînê dike, lê yê ku dîroka PKK’ê bizanibe wê fêm bike tişta ku PKK’e dibêje derewe û ti rast ji boy tune, ji ber ku PKK’ê damezrandina xwe bi êrîşa li ser kes û aliyên wilatparêz ragihand û heya niha jî êrîşî partî, kes û aliyên wilatparêz dike.
Li gor gotina Cemîl Bayik, Evdila Ocalan li sala 1972an de her yek ji Heqî Qerar “Laz” û Kemal Pîr “Turk” nas dike û bi alîkariya van du kesan girûpeke Markisî-Lînînî li zanîngeha Enqereyê dadimezrîne. Dûv de Cemîl Bayik tevlî vê girûpê dibe, di vê derbarê Îbrahîm Aydin “Ziyad” ku yek ji damezrînerên PKK’ê ye dibêje, “kesên yekem ku ev girûpa aydolojîk pêkanî û di vê girûpê de dest bi kar bûyî ev bûn: Evdilla Ocalan, Heqî Qerar, Baqî Qerar, Kemal Pîr, Fehmî Yilmaz, Elî Heyder Qaytan, ez û Îbrahîm Aydin, van kesane li zanîngeha Enqereyê dixwend. Li sala 1974-1975an Cemîl Bayik, Duran Kalkan, Kesîre Yîldirim, Ebdulrehman Polat û Necatî kaya jî tevlî vê girûpa aydolojîk bûn.
Bi ti awa di bernameya vê girûpa aydolojîk de nebû ku rêxistineke cuda û taybet bi Kurdistanê ava bikin, wan bi tenê dixwest bi girûpên çep yên hev hizrên xwe re giftûgoyek hevpar hebe û bi hev re ji boy damezrandina sosyalîzmê li Tirkiyê kar bikin. Sê kes ji vê girûpa aydolojîk endamên mîta Tirkiyê bûn û Ocalan bi xwe jî danpêdan bi vê yekê kiriye ew jî ev bûn “Necatî Kaya, Ebdulrehman Polat û Kesîre Yîldirim ku bûbû jina Ocalan. Her weha Ocalan bi xwe îtiraf dike ku wî bi îmkaniyatên Mîtê girûpa xwe ya aydolojîk ku piştre bi navê PKK’e hat naskirin damezrandiye.
Girûpa aydolocîya Ocalan yekemcar li sala 1976an civîneke fermî li taxa Dîlman ya Enqereyê encam dide. Duyemîn civîna fermîya vê girûpê li sala 1977an li mala Necatî Kaya ku endamê Mîtê bû li Enqereyê hat sazkirin. Piştî vê civînê girûpa Ocalan dest bi cîbicîkirina wan planan dike ku li mala Necatî Kaya biryar li ser hatibû dayîn. Girûp rasterast êrîşî wan girûp û rêxistinan dike ku bi awayekî nihênî li dijî dewleta Tirkiyê tekoşînê dikin.
Girûpa Ocalan bera ku kongreya xwe saz bike û damezrandina xwe weke partî ragihîne êrîşî çendîn girûp rêxistinên Kurdistana Bakur weke, girûpa “Stêrka Sor” kir, di şerê li dijî Stêrka Sor de li roja 18/5/1977an Heqî Qerar canê xwe ji dest da.
Ji bilî ku PKK’ê êrîşî hejmarek herî zêde ji wilatparêzên kurd kir, li sala 1978an de PKK’ê êrîşî hejmarek herî zêde ji kadroyên DDKD ku tevlî PKK’ê bûbûn û piştre ji PKK’ê veqetiyan kir û bi hinceta vê yekê ku sîxurî ji Rêxistina Rêya Azadiyê re kirine tev kuştin û nehşit çi şûnwar ji wan bimîne.
Her di wê salê de girûpa Ocalan li dijî Rêxistina Rizgariya Gel H.K.H’ê êrîş pêkanî û piraniya endamên vê rêxistinê kuştin.
Sala 1978an girûpek Markisî bi navê Tekoşîn li navçeya Entabê hat damezrandin, Ocalan daxwazê ji wan dike ku tevlî girûpa wî bibin lê belê endamên vê rêxistinê razî nabin, di encam de girûpa Ocalan êrîşî wan dike û hemûyan dikujin.
Her weha li dawiya sala 1978an de PKK’ê êrîşî KUK’ê Tevgera Rizgariya Kurdistanê kir û hejmarek herî zêde ji kadroyên vê tevgerê kuştin.
Piştî bi dawî anîna van girûp û rêxistinan PKK’e li dijî Eşîrên kurdan tevgeriya, ji boy vê yekê ku tirs û xufê di dilê gel de dirust bike fermana terorkirina Silêman Beg serokê eşîra Silêmanan da, PKK’ê Silêman Beg bi roj li gundê Hîlwan teror kir.
Her çawa be di roja 27/11/1978an de PKK’ê yekem kongreya xwe li mala “Seyfedîn Zorlo” li gundê “Fîs” yê ser bi Diyarbekirê encam da, endamên kongre 20-23 kes bûn, li gor axaftina Cemîl Bayik ji ber ku endamên beşdarî kongreyê bûy ti şarezayî di çawaniya birêvebirina kongreyê de nebû, Ocalan bi xwe kongre birêve bir û 90% axaftinên di kongre de hatîn kirin jî Ocalan kirin.
PKK’ê di yekem pêngava xwe de biryar stand “Mihemed Celal Bucak” serokê eşîreta Sîvrek bikuje û bi kuştina wî damezrandina xwe ragihîne. PKK’ê piştî cîbicîkirina vê biryara xwe, bi birîndarkirina Mihemed Celal Bucak serokê eşîra Sîvrek û kuştina hejmarek ji rêhevalên wî partî bûna xwe ragihand.
PKK’e li Bakurê Kurdistanê nesekinî û li gor bernameya ji aliyê Mîtê bo hatiye danîn piştî serê li dijî kes û girûp û rêxistinên wilatparêz yên Bakurê Kurdistanê derbasî perçeyên din yên Kurdistanê bû û bi dûv xwe de artêşa Tirkiyê jî derbasî wan parçeyan kir.
PKK’ê piştî 6 salan ji damezrandina xwe, di 15 Tebaxê de li bajarokê Dihêyê Sêrtê dest bi şerê çekdarî kir û ev şer 38 salin berdewame. Lê şerê çekdarî yê ku li Bakurê Kurdistanê dest pê kiribû, êdî ne li wire, lê belê li Rojavayê Kurdistanê û li ser sînorê Herêma Kurdistanê belav bûye, arteşa Tirkiyê jî bi hinceta vî şerî destêwerdanên xweyên li dijî van her du Perçeyên Kurdistanê roj bi roj zêdetir dike. Hikûmeta Tirkiyê niha jî xwe amade dike operasyoneke nûya bejahî li dijî Rojavayê Kurdistanê bike.
Di salên 90an de PKK’ê şer bi partên başûr jî firoşt, PKK’ê şer bi hikûmeta Herêma Kurdistanê jî firoşt û başûr xist rewşeke herî xirab de, bi sedan pêşmerge şehîd kirin, li dijî parlamentoya Kurdistanê derket û KNK’e damezrand, li dijî Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî Komara Zapê ragihand. Şer bi PDK’ê û YNK’ê jî firoşt û çendîn salan li dijî van du partiyên başûr ket şer.
Niha jî PKK’ê Tirkiye li dûv xwe de kişandiye Rojava Kurdistanê û ji Efrînê heta Zapê gelek cihên sînorî xistiye bin kontrola xwe û ji ber vî şerî zêdetir ji hezar gundên Başûrê Kurdistanê jî vala bûne.
PKK’ê ne tenê ti cîhek ji Kurdistanê neparast belku qada xwe ya şer li Bakurê Kurdistanê bi cî hişt û bi dûv xwe de artêşa tirkiyê kişand Rojava û Başûrê Kurdistanê jî, PKK’e ji bilî propaganda û cîbicîkirina planên dewletên dagirker ti tiştekî din ji boy kurdan nake. Ew bi tenê bi hêza peyvan xwe diparêze, di piratîk de ti karekî di berjewenda Kurdistanê de nake.
Bo mînak, endamê Desteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan di sala 2018ê de di derheqê ketina Efrînê de gotibû, ewê li hemberî Efrînê Şemzînanê bigrin, lê berûvajî girtina Şemzînanê, arteşa Tirkiyê di 27ê Gulana 2019an de êrîşî Xakurkê kir û hejmarek xalên stratejîkên PKK’ê xistin bin kontrola xwe. Operasyona Xakurkê jî di pişt xwe re, operasyonên Heftanîn, Zap, Metîna û Avaşînê bi xwe re anîn.
Duran Kalkan her wiha di dema destpêkirina şerê Zapê de gotibû, ewê şerî li bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê belav bikin. Lê şer berevajî daxuyaniyên wî, li Başûrê û Rojavayê Kurdistanê belav bûye. Hikûmeta Tirkiyeyê niha jî amadekariyên operasyoneke nûya bejahî li dijî Rojavayê Kurdistanê dike.
Niha jî PKK’e li şûna li dijî Tirkiyê tev bigere, li şûna li cerdevan û Leşkirê Tirkiyê bixe hatiye û li dijî pêşmergeyên Kurdistanê tev digere û bi tenê di îsal de pêtir ji 12 pêşmergeyan şehîd kirine.
Bi kurtasî ji dema serhildana girûpa aydolojîk ya Ocalan heya ku damezrandina xwe wek PKK’e ragihandî, ti fêde li kurdan nekiriye, berevajî şer bi kurdan firoştiye û axa kurd pêtir xistiye bin destê dewleta dagirker a Tirkiyê de û niha jî dixwaze sînorên dewleta tirkiyê bo sînorên di nava Mîsaqa Millî de hatîne diyarkirin vegerîne. Ji ber ku rêberê PKK’ê di Îmraliyê de soza bicîhanîna wê Mîsaqê bi Mîta Tirkiyê daye.