HDPê ji bo berdewamiya Tifaqa Kurdistanî serdana PDK-T kir

HDPê ji bo berdewamiya Tifaqa Kurdistanî serdana PDK-T kir

Şandeyeke Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya xebatên hilbijartinên 2023yê de serdana Partiya Demokrat a Kurdistanê-Tirkiye (PDK-T) kir û herdû aliyan amaje kirin ku divê Kurd di hilbijartinan de hevgirtî bin û bo kurdan xizmetê bikin.

Şandeya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku ji Hevserokê KCDê û Parlementerê Agiriyê Berdan Ozturk, Parlementerê HDPê yê Diyarbekir Îmam Taşçier û Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk DBPê Salîha Aydenîz pêk tê serdana Partiya Demokrata Kurdistana Tirkiye kir.

Şande ji aliyê Serokê Giştî yê PDK-T Mehmed Emîn Kardaş ve hat pêşwazîkirin. Di hevdîtinê de behsa xebatên hilbijartinê yên 2023yê hat kirin û herdu aliyan xwestin ku Tifaqa Kurdistanî ya di navbera aliyan de hatibû avakirin berdewam be.

Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk DBPê Salîha Aydenîz amaje kir ku Tifaqên Cumhur û Millet nekarînê ji pirsgirêkên civakê re bibin bersiv û her wiha anî zimên ku herdu tifaq jî ji bo çareseriya pirsa Kurd hewlê nadin û ji ber vê yekê bal kêşand ser giringiya yekîtiya Kurdan.

Di hevdîtinê de herdu aliyan operasyona ser Rojavayê Kurdistanê şermezar kirin û hat amajekirin ku armanc destkeftiyên Kurdan in.

Di navbera partiyên wek Partiya Demokratîk a Gelan HDP, Partiya Herêmên Demokratîk DBP, Partiya Komunîsta Kurdistan, Partiya Însan û Azadî, Komeleya Şoreşger û Demokratên Kurd DDKD, PDK Bakur, Partiya Demokrata Kurdistan a Tirkiye, Partiya Azadî de di hilbijartinên 2018an de Tifaqa Kurdî hatibû avakirin û niha HDP dixwaze heman tifaqê bo hilbijartinên 2023yê jî bidomîne.

HDPê di 25ê Tebaxê de li gel partiyên çepgir û sosyalist ên Tirkiyeyê tifaqek bi navê “Tifaqa Ked û Azadiyê” ragihandibû û niha jî dixwaze Tifaqa Kurdî bidomîne û herdu tifaqan bike yek.

Pustên heman beş